Dûran Kalkan, endamê komîteya rêveber a PKKê careke din li medyayê derket, vê carê bijlî pîrozkirina Kemalîstan û xeta Etaturk, wî bi nirxandinên xwe hewlên mezin dan ji bo ku statoya destûrî û meşrû a Başûrê Kurdistanê û Rojava Kurdistanê ew perçeya ku rêxistina Kalkan navê wê ji boy “Bakur û Rojhilata Sûryê” guherandî, bînîte rêza hev.
Dûran kalkan, li derbara êrîşên dewleta dagîrker a Tirk û hewlên operasyona nû a li ser Rojava welat nirxandin kirine û bersiva pirsên ajansa ANF ê a PKKê dane.
Kalkan, weke hertim nirxandinên xwe bi êrîş kirina ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDKê destpê kir, piştire ew hatîye û ketîye nava hewlên mezin de ji bo ku “Başûrê Kurdistanê û Rêveberîya Xweser” bînîte rêza hev, wî gotina: “Êrişên dagîrker yên dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê” bêhtirî carekê dubare kir.
Çima Başûr û Rojava ne wekhevin?
Tam rêveberên PKKê wexta nirxandinê ji boy rojevê dikin, reşî bi spî nîşan didin û sipî bi reş, mamê Ebas jî tevî ku bi 14 hezar peyvan bersiva pirsên ANF ê dayî ye, lê belê her li dawiyê reş û spî tevlî hev kirin, wî di hemû axaftinên xwe de navê “Başûr û Rojava” bi hevre digo, bi ya Ebas “Rêveberîya Başûrê welat û Rêveberîya xweser” mîna hevin!.
Gelo em dipirsin, qey statoya destûrî û meşrû a Başûrê Kurdistanê û ya Rojava yaku rêxistina PKKê navê Bakur û Rojhilata Sûryê lê kirî, mîna hevin? Her Kurdek bersiva vê pirsê dizane, Kalkanê Tirk nebe! Statoyek ku bi şoreş û xwîna sedan hezar Pêşmerge û ciwanên Kurd ji zora rejîmên yêk li pey yêk yên Îraqê hatîye stendin û xweser kirin, ne mîna Rojava Kurdistanê ye, ew Rojava ya ku rêxistina PKKê hatî û bi wekalet pêş rejîma Sûryê ve şerê partiyên neteweyî û welatparêzên Kurd kirî. Her Kurdek dizane şoreşa Başûr çi qas berdêl dane heya ku karî serdest û xweser bibe, çiqas bi lehengî karî rejîma Îraqê mecbûr bike ku itîrafê bi statoya Başûr bike û heya roja me ya îro karî hemû mafên gelê Kurd û statoya Kurdistanê di destûra bingehîn a welat de bi garantî bike.
Başûr ku take perçeya azad a Kurdistanê ye û roj li pey rojê di pêşketinê de ye, xwedî hikûmet û parlimene, xwedî sîstemek demokratîke, xweserîyeka li asta federaliyê heye, ev yêk di destûra Îraqê de tesbît kirîye û ev stato ji hêla tam dewletên dinyayê itîraf kirîye.
Lê belê Rojava Kurdistanê, li wexta destpêka şerê navxwe yê Sûryê derfetek zêrîn ji boy pêkhat, hinekî mabû Kurdên vê perçeyê bi xweseriyê şad bin,lê PKKe tevlî Rojava bû û vê rêxistinê pêş rejîma Beşar Esed ve Kurd qetil kirin, partiyên Kurdistanî nehiştin, welatparêz tasfîye kirin, navê wê ji “Kurdistan bo Rojava û piştire bo Bakur û Rojhilata Sûryê” guherand, konseyeka PKKê li wir ava kir û navê Rêveberîya Xweser lê kir ku heya roja me ya îro ev Rêveberî ji hêla piranî dewletên dinyayê bi baskê PKKê yê Rojava tê nas kirin, dewletên dinyayê vê Rêveberyê weke nûnera gelê Rojava nas nakin.
Em ji Ebas re dibêjin bi kurtasî feriq li nêvbera Başûr û Rojava eve:
Başûr şoreş li pey şoreşê encam da heya ku rejîma dîktator a Sedam derxistî û xweserîya Başûr ragihandî, lê belê PKKê li kêleka Beşar Esed şer li dijî Kurdan kir, paş 11 hezar şehîdan ji ciwan û keçên Rojava pir bi rû qaymî go çareserî bi Şamê re ye.
Divê gelê Rojava baş bizanibe, rêxistina PKKê bi zanebûn dagîrkerê Tirk û Ereb kêşî herêmên wan dike, ew dixwaze vê mîna Bakurê Kurdistanê wêran û kavil bike, divê gel bi van nirxandinên bê wate yên Dûran Kalkan û Girûpa Enqerê neyê xapandin, weke çawa wan Efrîn û Serêkaniyê û Girê spî ji boy Ardogan hiştîn, ewê herêmên din jî bi derdê Efrînê bibin, Kalkan ji nûve hatîye û bi zimanê xwe yê Tirkî qala mafên Kurdan dike, piştire di eynî nirxandinê de pir bi rû qaymî hatîye û Mistefa Kemal Etaturk û xeta Kemalîstan pîroz kirîye.
Heger gelê Rojava dixwazin xweseriyê bibînin û tam bikin, pêwîste cara ewl PKKê û baskê wê PYDê ji herêmên xwe derxînin, her wiha konseya PKKê ya ku bi navê “Rêveberîya Xweser” tê nas kirin, PKKe pirojeya rejîma Şamê û dewleta Tirk li Rojava Kurdistanê bi cî dike, PKKe nûnertîya gelê Rojava nake, Rojava bi PKKê xweser nabe, Rojava bi PKKê wenda dibe.