Îran li 29ê vê mehê vedgere danustandinên Peymana Navokî

iran-5+1 (2)

AJansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îran dê di 29’ê Mijdarê de vegere ser danûstandinên bo peymana navokî ya sala 2015’an.

CÎgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Bageri Kani, ku bo danûstandinan karbidestekî payabilind e, vegera ser danûstandinan ji Twitterê ragihand.

ALi Bageri Kani dîyar kir ku wan pejirandiye ku ew di 29’ê Mijdarê de li Vîyana dest bi danûstandinan bikin.

AMerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) jî twîta ser vegera bo danûstandinan piştirast kirin.

SErokê berê yê Amerîka Donald Tirump, Washinigton di sala 2018’an de ji peymanê vekişandibû û şeş hêzên cîhanê û Tehranê di meha Nîsanê de dest bi danûstandinên ser jinûve aktîfkirina peymanê kiribûn.

BErdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Pirice dîyar kir ku Washinigton hêvî dike ku Îran bi awayekî hazir û nîyetrind li danûstandinan vegere.

PIrice da zanîn ku ew bawer dikin ku bi Îranê re li ser vegera li peymana navokî li hev bikin.

Pustên heman beş