Amerîka hewla kuştina Kazimî şermezar kir

Amerîka hewla kuştina Kazimî şermezar kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar dike û wek kiryareke terorîstî bo ser “dilê Iraqê” binav dike.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ned Price dibêje: “Em çavdêriya nûçeya êrîşa firokeya bêfirokevan a ser mala Serokwezîr Kazimî dikin û me hest bi aramiyê kir dema me dît zerar negihiştiye wî.”

Ned Price dibêje: “Ev kiryara terorîstî eşkere ye ku em bi dijwarî şermezar dikin û rasterast bo nav dilê dewleta Iraqê hatiye kirin.” Price da zanîn ku Amerîka ji nêzîk ve ligel hêzên emnî yên Iraqê di peywendiyê de ye ku erkê wan parastina serwerî û serbixweyiya Iraqê ye û hevkarî pêşkêşî wan kirine bo lêkolînên taybet bi wê êrîşê.”

Price da zanîn ku pêbendbûna wan bo Iraqiyên hevbeşên wan qayîm û cîgir e û Amerîka ligel hikûmet û gelê Iraqê ye.

Îro berê sibehê 7ê Mijdara 2021ê, bi firokeyeke bêfirokevan li Navçeya Kesk êrîş bo ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin. Medya Iraqê ragihand ku 3 zêrevanên mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di dema êrîşê de birîndar bûne.

Pustên heman beş