Hûrgiliyên hewla kuştina Serokwezirê Iraqê

Hûrgiliyên hewla kuştina Serokwezirê Iraqê

Serokê Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand ku êrişa li ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî bi rêya sê dronan bûye û du ji wan ji aliyê hêzên emnî ve hatin xistin, lê ya sêyemîn gihişt armanca xwe û êriş pêk anî.

Seroka Şaneya Ragihandina Emnî Seid Meen îro ji kenala fermi ya Iraqê re ragihand, “Ew a rû da û armancgirtina Serokwezîrê Iraqê pêşhateke metirsîdar e û kiryareke terorîstî ye, lêkolîneke hûr tê kirin ji bo zanîna hemû hûrgiliyên wê karî terorîstî.”

Seroka Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê hûrgiyêliyên êrişî jî eşkere kirin û got, bi sê dronan êrişî mala Mistefa Kazimî hatiye kirin, 2 dron ji aliyê hêzên emnî ve hatin xistin, lê yek  gihişt armanca xwe.

Seid Meen ku di heman demê de Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê ye, dibêje, “Encûmena Dadwerî dê lijneyekê ji bo lêkolînkirina wê bûyerê pêk bîne.”

Îro di demjimêrên sere sibehê de, bi droneke bombekirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin û hewla terorkirina wî hat dayîn, lê Şaneya Emnî ya Iraqê ragihand, ku hewldana terorkirinê biserneketiye û Kazimî silamet e.

Pustên heman beş