Hevdîtinên di nêvbera îstixbarata PKK’ê û mîta Tirkiyê û êrîşa li ser Rojava

Hevdîtinên di nêvbera îstixbarata PKK’ê û mîta Tirkiyê û êrîşa li ser Rojava

Her ku dem pêtir derbas dibe, gefên Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê pêtir dibin, Tirkiye bi berdewamî hêzên xwe yên leşkirî li ser sînorê Rojava Kurdistanê bi giştî û Kobanê û Serê kaniyê bi taybetî zêdetir dike û tev amadekarî ji boy operasyonek leşkirî û bi hevre girêdana herêmên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê kirine, ji aliyê din ve jî PKK’e her roj bi diruşme û provakisyonên berdewam agir gur dike û rê li ber Tirkiyê xweş dike û behaneyan dide dest Erdogan daku gefên xwe bike rastî û êrîşî Rojava Kurdistanê bike û tev Rojava weke Efrînê dagîr bike.

Tirkiye hebûna PKK’ê li Rojava ji xwe re fersend dibîne û dixwaze bi vê hêncetê tev Rojava dagîr bike. Ya rast ya ku PKK’e jî dixwaze û rêyê ji boy xweş dike her eve, ev yek çi b zanebûn bê kirin yan jî bi nezanîn lê rastîyeke û her kes baş fêm dike. PKK’e ne bi tenê li Rojava Kurdistanê, belku li tev perçeyên Kurdistanê bûye pira derbasbûna Tirkiyê ji boy dagîrkirina Kurdistanê, tevî vê yekê ku di medyayê de li dijî hev daxuyaniya didin û carna şer dikin jî lê belê ev yek yekalî bûye ku di nêvbera PKK’ê û Tirkiyê de ji boy cîbicîkirina “‘Ehdî Millî” lihevhatineke nihênî heye.

PKK’e li Rojava çi dike?

Piştî şikestinên berdewam yên PKK’ê li Bakurê Kurdistanê, bi taybet piştî şerê xendekan û şikestina wê a leşkirî li tev herêmên sînorî yên di nêvbera Bakur û Başûrê Kurdistanê, PKK’ê tev giraniya xwe ya leşkirî xistiye Rojava û Başûrê Kurdistanê û dixwaze van parçeyan jî radestî Tirkiyê bike. PKK’e li Rojava li tev herêmên sînorî yên bi Tirkiyê re ala rêxistinê û wêneyên Ebdulla Ocalan daliqandine û rojane girseya xwe bi wêne û alê xwe derdixe kolanan û ji boy azadiya Ocalan û li dijî Tirkiyê siloganan dide qîrandin, kes nezane, PKK’e bi xwe baş dizane, ev karane ne di berjewendiyên gel dene, ev karane bi tenê di berjewendiyên Tirkiyê dene ji berku Tirkiye wê vê yekê bike hêncet û weke çewa Efrîn û Serê Kaniyê dagirkirî Kobanê û deverên din jî dagîr bike. Lê belê ji ber ku PKK’e jî vê yekê dixwaze û bûye beşek ji cêbecêkarên ecindaya Tirkiyê li Rojava Kurdistanê, çavên û guhên xwe girtine û ne dixwaze vê yekê bibîne û nejî dixwaze guhdarî kes yan aliyek Kurdistanî bike.

Tev amaje ji boy vê yekê diçin ku Tirkiye wê di demek nêz de êrîş bike, ji boy vê yekê jî tev amadekariyên xwe kirine, lê PKK’ê ji bilî propagandayên dubare û diruşmeyên her car ti amadekarî yek nekiriye, bi tenê daxuyaniyên rêveberên wê yên weke Aldar Xelîl û Duran Kalkan nebin ku ev jî ji aliyê xwe ve weke vexwendina Tirkiyê ji bo Rojava Kurdistanê tên fêm kirin.

Li gor nerîna çavdêrên siyasî bi tenê PKK’ê du rê hene ku li himber Tirkiyê bisekine, ew jî evin:

  • Siyaseta xwe ya şaş li Rojava biguhere û kadroyên xwe li Rojava vekşîne û rêveberiya Rojava radestî kurdên rojava bi xwe bike û karên xwe yên provakasyon weke daliqandina ala PKK’ê, bilind kirina wêneyên Ocalan û handana girseya xwe bi qîrandina diruşmeyên li dijî Tirkiyê bide sekinandin, ji ber ku bi diruşmeyan û wêneyên Ocalan ne Ocalan tê rizgarkirin û ne jî êrîşa li ser Rojava tê pûç kirin, bi vî awa wê gelê kurd li Rojava bikare xwe ji êrîşa Tirkiyê biparêze û Tirkiyê jî ti hêncet namîne ku êrîşî rojava bike.

  • Ger PKK’e kadroyên xwe li Rojava ne vekşîne, pêdivîye gerîlayên xwe li Başûr vekşîne û wan ji boy şerê li dijî Tirkiyê li Rojava Kurdistanê seferber bike, PKK’e dikare weke çewa Tirkiyê leşkirê xwe li ser sînorê Rojava Kurdistanê zêde kiriye ewjî bi wî awa çekdarên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bişîne Rojava û li dijî Tirkiyê şer bike.

Her kes baş dizane hêza PKK’ê li Rojava ku bi piranî ji zarokên revandî pêk tê nikare şer li dijî hêzeke weke Tirkiyê ku endama Natoyê ye û teknolojîya herî pêşketî di destê wê de heye, bike. PKK’e bi slogan, wêneyên Apo û ala rêxistinê nikare şerê tank, top, diron û balefirên ceng yên Tirkiyê bike, ev yek di êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê de bi zelalî hat dîtin.

Em baş fêm dikin PKK’e ti yek ji van rêyan ji boy parastina Rojava cîbecî nake, PKK’e wê weke hercar şerekî çend rojî bi hin zarokên kurd bide kirin, weke hercar wê hin fîşekan biteqîne, vîdyoyên êrîşên partîzanî di Gerîla TV de parve bike, meşa bide lidarxistin, daxuyaniyên yek li pey yek bide û di medyaya xwe de bas li lehengî û serkeftinê bike, lê belê li dawiyê wê Kobanê û herêmên din jî ji Tirkiyê re vala bike û dîsa bi xwîn ked û qurbanîdana kurdan bazarê xwe yê siyasî bike, tiştê ji PKK’ê re herî girîng leyistin bi hest û sozên gelê kurde, xweyaye ku ji boy pêkanîna vê yekê jî ew dîsa pêdvî rijandina xwîna ciwanên Kurd e û wê dîsa xwîna kurdan bi Tirkiyê bide rijandin û erdê wan jî bi dest Tirkiyê ve berde û erka xwe ya ajantiyê bi dirustî cîbicî bike.

Gelo çima PKK’e ti yek ji van du rêyan na pejrîne?!

Li gor agahiyên di destê me de, sê mehan pêş niha di nêvbera saziya îstixbarata PKK’ê ku di bin fermana Cemîl Bayik de tev digere û mîta Tirkiyê de hevdîtinên raste rast hatine pêk kirin, di van hevdîtinan de PKK’ê û Tirkiyê li hev kiriye ku wek çewa PKK’ê li Başûrê Kurdistanê bi kûratîya 30 kîlometran rê li himber Leşkirê Tirkiyê vekirîye, bi wî awa jî li Rojava rê li ber artêşa Tirkiyê veke da ku Tirkiye bikare herêmên zêdetir dagîr bike. Li himber encamdayîna vê yekê ji aliyê PKK’ê ve, Tirkiye jî wê givaşên xwe yên li ser HDP’ê li Bakurê Kurdistanê ji boy hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê kêm bike. Bi vê yekê PKK’e wê bi du şêwaza sûd bibîne, ji aliyekê bi qurbanî kirina ciwanên kurd wê weke hercar xwîna wan ciwanan ji boy propagandayên xwe yên siyasî û parastina berjewendiyên rêxistinê bikar bîne, ji aliyek din wê bikare alîkariya baskê xwe yê siyasî anku HDP’ê bike ku di hilbijartinên Tirkiyê de dengên zêdetir bi dest bixe.