Hikûmeta Iraqê û aliyên şîe li hev kirin 3 kesên ku destê wan di hewla kuştina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de hebûye, teslîmî hikûmetê bikin.
Duhî serokatiya komara Iraqê, serokatiya hikûmeta Iraqê û serokatiya encumena dadweriyê ya wî welatî li ser hewla kuştina serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî û aloziyên Iraqê civiyan.
Li gorî agahiyan, di civînê de li ser wê yekê rêkeftin hat kirin ku hikûmet kesên teqe li xwepêşandana Heşda Şeibî ya li ber herêma Kesk ya Bexdayê dadgehî bike û aliyên şîe jî 3 kesên ku destê wan di êrişa mala Kazimî de hebûye, teslîmî hikûmetê bikin.
Li gorî agahiyan, ew sê kesên ku biryar e teslîmî hikûmetê bên kirin, girêdayî grûbeka Heşda Şeibî ne.
Pêr berbangê bi dronan êrişî mala serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatibû kirin û hewla kuştina wî hatibû dayîn.
Di wê êrişê de tiştek bi Kazimî nehatibû lê çend pasewanên wî birîndar bibûn.
Hewla kuştina Kazimî di cîhanê de deng veda û rastî nerazîbûna tund ya piraniya welatên cîhanê hat.
Çend roj berê alîgirên Heşda Şeibî wek nerazîbûna li hember encamên hilbijartinên Iraqê, li ber navçeya Kesk ya Bexdayê kom bibûn û xwepêşandan kiribûn. Xwepêşandan rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatibû û di wan aloziyan de herî kêm kesek hatibû kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.