Rewangeha Mafê Mirov a Sûriyê aşkere kiriye, baregeh û ambarên milîsên Îranî li rojhilatê Sûriyê li Dêrazorê hatine bordumankirin.
Îro roja çarşemê 11.11.2021ê Rewangeha Mafê Mirov a Sûriyê (SOHR) di raportekê de belav kiriye balafirên nenaskirî baregeh û ambarên milîsên çekdar ê ser bi Îranê li bajarê Elbukemal li parêzgeha Dêrezorê li nêzîkî Iraqê bordûman kiriye.
Herwiha di berdewamiya raportê jî de bordûman bûye sedema teqîna ambara çekan û ji ber wan teqîn û bordûmanan çendîn serkirdeyên milîsên Îranî mirine û birîndar bûne.
Komara Îslamî ya Îranê, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an milîsên xw yên çekdar û çekan dişîne Sûriyê bi armanca piştgiriya rejima Sûriyê.