Serokê Amerikay, li derbarê koçberên li ser sînorê Bîlarûs û Polendayê axivî û got ku Amerikay dilgiranîya xwe ji Bîlarûs û Rûsyayê gihanîye.
Joe Biden serokê Amerikay, yekemîn daxuyanî li derbarê koçberên li ser sînorê Bîlarûs û Polendayê da û got: “Ev girift ciyê dilgiranîya herî mezine, Amerikay dilgiranîya xwe ji Bîlarûs û Rûsayê gihanîye”.
Bi hezaran koçber ku piranî jê ji Başûrê Kurdistanê ne, dema çend rojane li ser sînorê Bîlarûs û Polendayê ne, Polenda razî nabe ev koçber di axa wê re derbasî welatên Rojava Ewropayê bibin.
Koçber di reweşeke herî xerab de ne û heya niha herî kêm 8 koçberan jiyana xwe ji dest daye.