Hikûmeta Îraqê: Koçberên dixwazin vegerin emê vegerînin

Hikûmeta Îraqê: Koçberên dixwazin vegerin emê vegerînin

Wezareta derveya a Îraqê, li derbarê koçberên li sînorê Bîlarûs û Polendayê daxuyanî da û ragihand ku li rojên pêş me emê hewla vegerandina koçberan bidin.

Ehmed Sehaf berdevkê wezareta derve a Îraqê, bi ajansa AFP yê re got ku li rojên pêş me emê hewla vegerandina wan koçberan bidin yên ku li sînorê Bîlarûs û Polendayê asê mane û dest nîşan kir, koçberên ku dixwazin vegerin, emê wan vegerînin.

Her wiha diyar kir, hêjan hejmara dirist a koçberên Îraqê, yên li sînorê Bîlarûs û polendayê nehatîye zanîn.

Berdevekê wezareta derve dibêje: Li vê hefteyê geştên asîmanî ji boy vegerîna koçberan ji sînorê Bîlarûs, wê werin dest pê kirin.

Ji hêla xwe ve, balyozxaneya Îraqê ya li Moskoyê eşkere kir, wan dest bi tomar kirina navên wan koçberan kirine yên ku dixwazin vegerin.