PKKe û koçberên Bîlarûs

pkk-belarus refugees-kurdistan (2)

Rêxistna PKKê, li derbarê pêla koçberiyê a ku niha tê jiyan kirin, daxuyanî da û bi devê xwe danpêdan kir ku ew sebeba bingehîn a vê koçberiyê ye.

Komîteya têkiliyên derve a PKKê, li derbarê koçberên ku li sînorê Bîlarûs û Polendayê asê mane, daxuyanî da û gotîye ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê, sebeba bingehîn a koçberbûna gele.

Çima PKKê rast gotîye!

Rêxistina PKKê, li van du salên derbasbûyî bi awayekî sîstematîk sitratejîya xwe a şer guherandîye, rêxistinê hewlên mezin dan ji bo ku şer êdî ji xeta sînor derbasî gund û sînorê bajarokên Başûr bibe, ew yêk jî me bi çavê xwe dît kanê ji dawîya sala 2019ê û heya roja me ya îro çend gundên Başûr ji şênîyan hatin vala kirin û şerê ku demekê li sînorê nêvbera Bakur û Başûr dihatîye meşandin, niha li nava gundane û li derdûra bajarokane.

Li gorî datayên fermî yên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, li du salên rabûrî pêtirî 50 gundên Başûrê Kurdistanê, bi sedema berxwedana saxte ya PKKê bûne qada şer û ji şênîyan vala bûne, zirarên herî mezin bi sêkterên çandinî, geştiyarî û abûrîya Başûr ketîye, ev yêk jî bi wateya zirar gihandina bi şênîyan û destpêka koçberiyê hat.

Gelo Sedema bingehîn a koçberiyê PKKe ye?

Rêxistina PKKê, di van du salan de, bi dehan gund û navçeyên Başûr bêy şer ji boy eskerê Tirk hiştin, rûberên herî berfereh yên sînorê parêzgehîya Dihokê kirin qada şer û bordomana ku demekê li sînor dihat encam dayîn, îro li gund û sînorê bajarokan tê encam dayîn.

Her Kurdek dizane ku rêxistina PKKê sedema sereke a leşkerkêşîya Tirkiyê ye bo ser Başûrê Kurdistanê, PKKe li vî milî eskerê Tirk kêşî navçeya Behdînan dike û li milê Şengalê Heşda Şabî û zilamên Mîhwerê Muqawemê.

Rêxistina PKKê ne tenê sedema bingehîn a koçberîya ber bi Bîlarûsyê ye, belku li hundir jî bi dehan hezar însan bi sebeba sitema PKKê koçber bûne, her wiha ev dema 6 salane PKKê rê li ber koçberên Êzdî girtîye û rê nade ew vegerin Şengalê.

PKKê bi qasî dagîrkeran Kurd koçber kirine

PKKê bi qasî dewleta Tirk û dewletên din yên dagîrker Kurd koçber û bê rûmet kirine, Kurdên Rojava li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bi sedema PKKê di kampan de ne, Kurdên Şengalê ev 6 salin di kampan de ne, bi hezaran xêzan û malbatên Başûr bi sedema sitema PKKê gundên xwe hêlane û koçber bûne.

Ji sercema koçberên Başûrê Kurdistanê yên ku niha li sînorê Bîlarûs û Polendayê, herî zêde ji wan navçeyane ku PKKe lê ye, loma PKKe îro hatîye û dibêje: Sedema vê koçberiyê êrîşên dewleta Tirke!.

Gelo em dipirsn qey dewleta Tirk kê hedef dike? Ji xwe liv û tevgerên rêxistina PKKê hedef dike û ji ber ku PKKê sînor hiştine û ew daketîye di nava gundan û derdûra bajarokan de, êdî ev gund û bajarok dikevin ber êrîşên dewleta Tirk a dagîrker, wate PKKe ye qada xebatê û berxwedanê li Bakur hiştîye û hatîye Herêma Kurdistanê dike qada şer.

Ji dema ku PKKe ketîye di Başûrê Kurdistanê de, heya roja me ya îro vê rêxistinê bi darê zor pêtirî 650 gundan dagîr kirine, zirara ku Hikûmeta Başûr texmîn kirî, dighîje nêzî 6 milyar dolaran.

40 salin “Berxwedana Saxte” Kurd mehkûmî koçberî û derberderiyê kirine

Îro jî ev rêxistin ji bo ku van cînayetên xwe bi peçine hatîye û dibêje PDKe sedema koçberiyê ye!, Ya rast PKKe rêxistineke sûdê ji her giriftekê dibîne, loma îro ew hatîye dixwaze li ser navê koçberên li Bîlarûs rûyên xwe yên reş spî bike, li ciyê ku ew daxwaza lêborînê ji şêniyên Başûrê Kurdistanê bike ku 650 gundên wan kirine qada şer, hatîye sûçê di avêje ser milê Hikûmeta Başûr û PDKê.

Bi kurtasî bi sedema PKKê bi sedan hizar însan li Bakur, Başûr, Rojava û Rojihlata Kurdistanê koçber bûne, ev rêxistin jî îro pir bi rû qaymî navê berxwedanê li vî karê xwe dike û dibêje va ezim rûmeta gel di parêzim, lê ya rast ew sebeba sereke a bê rûmet kirina gele, ji ber ku di 40 salên rabûrî de, PKKê li ku dera berxwedan! Lê kirbe, li wê derê Kurd mehkûmî koçberî û derbederiyê bûne.

Pustên heman beş