Di êrişa DAIŞê de 13 çekdarên rêjîma Sûriyê li parêzgeha Dêrazor ya wî welatî hatin kuştin.
Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê ragehandiye, duhî çekdarên DAIŞê li devera El Mesreb li parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê êrişî hêzên rêjîmê kirin.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 13 çekdarên rêjîmê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Li gorî raportên wê saziya mafên mirov, vê dawiyê livîn û çalakiyên DAIŞê li deverên di destê rêjîma Sûriyê û HSDê de zêde bûne.