Serdema bawer kirin ji Kalkan û yên weke wî bi serve çûye

duran-kalkan-pkk-kck-ocalan-imrali-apo-abdulah (2)

Endamê komîteya rêvebera PKKê Dûran Kalkan, bi wesîleya nêzîkbûna sala damezrandinê a rêxistinê, nivîsek bi zimanê Tirkî di malpera PKKê – Online de weşandîye, di vê nivîsê da Kalkanê weke her car li şûna vegotina rastîyan hin derewên din kirin û her tişt berevajî bas kir, yên şoreşger bi xayîn û yên xayîn bi şoreşger bi nav kirin, yê ku di zîndanê de teslîmî dewletê bûyî weke berxwedêr û yê bi serkêşîya wî parçeyek ji Kurdistanê azad bûy û mafê Kurdan diparêze û berxwedanê dike, bi kirê girtiyê dijminan bi nav kir, di vê nivîsa xwe de Kalkan tu şik û guman nehiştin ku ew kesek pir bê exlaqe û dûre ji exlaqê siyasî.

Kalkan got: “Li sala derbasbûyî sîstema modernîteya kapîtalîsta gilobal ku pirsgirêka Kurd afrand, Sitatokoperestîya Netewe – Dewleta Faşîsta Rojihlata Navîn, Nûkerî û Xiyaneta Kurd bi rengekî hevpar û pilankirî êrşî me kirin”.

Ev axaftina Kalkan bi tenê bese ku zaroyek ku hêjan li debistanê dixwîne bizane Kalkan ne kesek siyasî ye û ne jî Kurde, ji ber ku her kes dizane dîroka perçekirin û ji hev veqetandina Kurdan ji boy demekî dizivre ku hêjan tu basî modernîteya kapîtalîsta gilobal nebû, dema Kurdistan hatîye perçekirin hêjan bavkalkên Kalkan li deştên Anatolyayê mijûlî çêrandina bizin û çêlên xwe bûn û haya wan ji Kurd û Kurdistanê nebû, lê Kalkan weke her car dixwaze dîrokê berevajî bike û dîrokê ji damezrandina PKKê ya bi destê MIT ê bide nasandin.

Tiştê ji hemûyan meznitir ku PKKe bi salane alîgirên xwe û kadiroyên xwe pê razî dike, gotina “dixwazin me tasfîye bikin”, çawa ku di hemû rejîmên Totalîtar de, peyva “dijimnên derve” tê bi kar anîn, PKKe jî weke wan rejîman hewl dide ku xebatkar û alîgrên xwe li ser vê têgehê motîveyt bike.

Dûran Kalkan jî di axaftina xwe de, heman teoriya kompiloyê hembêz kir û wiha got: “Eşkereye ku dixwazin rêber Apo û rastiya PKKê bêbandor bikin, Barzanî û hevkarîya Kurd hîn bêhtir lawaz bikin û bi temamî bixin bin kontirola xwe”, gelo Kalkan basî kîjan rastîya PKKê û rêberê xwe dike?! Basî wê rastiyê dike ku ev rêber û partî çêkiriyên dewleta Tirkiyê ne, yan jî basî vê yekê dike ku ji dema ev rêber û partî hatine çêkirin bûne şêrpenceya bi giyanê Kurdistanê ve?!

Dewletê tu caran nexwestîye Rêberê Kalkan bêbandor bike

Ya rast tu caran dewletê nexwestîye ne rêberê Kalkan û nejî partîya wî bêbandor bike, rêber û partîya ku dewletê bi xwe dirust kirî çima wê were bêbandor kirin?! Gelo qey karê dewletê bi vê partiyê û vî rêberî bi dawî bûye ku bixwaze wan bêbandor bike? Na tu caran dewlet vê yekê nake, ji ber ku ya niha PKKe ji dewletê re dike, dewlet bi xwe nikare ji xwe re bike, PKKe li her çar perçeyên Kurdistanê bûye pirek ji boy derbasbûyîna dewletê ji boy nava xaka Kurdistanê de, bûye beşek ji ecêndayên dewleta kûr a Tirkiyê û bûye beşek ji cîbecîkerên “Mîsaqa Millî” a Tirkiyê, dewletê tu caran nexwestîye PKKê û Ocalan bêbandor bike, eger PKKe bi xwe jî bixwaze xwe bêbandor bike, Tirkîye wê yekem dewlet be li dijî vê yekê bisekine.

Her kes dizane dewlet dixwaze bi rêya wan hin kes û aliyên din yên şoreşger û wilatparêz bêbandor bike, ev yek jî niha ji her demek din pêtir xweya dibe.

Kîjan rêveberî kêr nehatîye?

Kalkan û rêveberên PKKê bi tenê êrîşî kesên mîna Barzanî wilatparêz dikin, ew tu caran êrîşî kesên weke Ataturk, Xumeynî û Xameneyî, Seddam û Esed nakin ku bi hezaran Kurd bi destên wan hatine qetil kirin.

Kalkan bi temamî rûyê xwe yê qayîm û rast di vê nivîsa xwe de eşkere kir, wî pêtir rûyê xwe yê Tirkiçêtiyê û îxanetê ku di bin maskeya Kurdayetiyê ve veşartibû eşkere kir, wî bi awayekî pir bê exlaq basî Barzanî kir, bi qasî ku êrîşî Barzanî û PDKê kirî hin êrîşî dewleta Tirkiyê nekir, helbet ev ne tiştek ecêbe, Kalkan û rêveberên din yên weke wî di nava PKKê de bi tenê êrîşî kesên mîna Barzanî wilatparêz û Kurdperwer dikin, ew tu caran êrîşî kesên weke Ataturk, Xumeynî û Xameneyî, Seddam û Esed û… Hod nakin ku bi hezaran Kurd bi destên wan hatine qetil kirin, wilatê Kurdan dagîrkirî û tecawîzî wilatê Kurdan dikin, Kalkan û hevalbendên xwe ger bixwazin jî nikarin basî van kesan bikin, ji ber ku ew weke wan heywananin yên ku di yek kaniyê de avê vedixwen û ji boy yek armanc têdikoşin.

Kalkan di axaftina xwe de got: “Rêveberîya Barzanî bi rastî jî rêveberiyeke kêrnehatîye, helwesta xwe ji hevkariyê û îxanetê weridgire, tevî ku Kerkûk û derdora wan ji dest hatîye sitandin, seroktiya wî jî ji hêla Dewletên Yekbûyî û Tirkiyê ve ji dest hatîye sitandin, helwesta Mesûd Barzanî helwesta teslîmbûnê û sertewnadinê ye, ji bo ku ya mayî di dest xwe de bihêle tişta ku jê tê xwestin dike, tam weke îxbarçîyekî xizmetê ji faşîzma AKPê – MHPê dike”.

Bi rastî jî divê mirov rûyek pir qayîm hebe ku bikare bi vî awayî dûr ji exlaq bipeyve, em naxwazin weke wî bipeyvin, lê carna naçar dibin weke wan bersiv bidin, ji ber ku ew bi tenê di ji vî zimanê axaftinê fêm dikin, wan tev sînorên bê exlaqiyê derbas kirine û tu bê exlaqîyek nema ku nekirî.

Emê ji Kalkan re bibêjin kîjan rêveberî kêrnehatîye û kê îxanet li partî, wilat û gelê xwe kir, emê ji wî re eşkere bikin ka kî ye teslîmî dewletê bûy, ew û rêberê xwe ne, yan jî Barzanî?.

Encamên her karekî xweya dikin ka kesê ew kar kirî kesek kêrnehatîye yan jî berevajî, bi kurtasî, Barzanî bi xebata xwe karî serperiştîya şoreş û berxwedanên Başûr bike, ew karî serkêşîya serhildanê bike û perçeyek ji Kurdistanê bi awayekî pir serbilind û pir bi rûmet ji zora dagîrkeran rizgar bike, piştre parlimentoya Kurdistanê avakir, hilbijartin dan kirin û Hikûmeta Herêmê pêkanî, Başûrê Kurdistanê kir seywanek ji her Kurdekî re, niha di bin desthilatdarîya wî de rêveberîya ku Kalkanê gêj bi “rêveberîya kêrnehatî” dide nasandin, bi hezaran Kurdên perçeyên din yên Kurdistanê hene ku ji ber tehdîdên Kalkan û erbabên wî her tiştê xwe bi cî hiştîye û ji boy parastina canê xwe, ji boy bi dest xistina azadiyê û ji boy jiyanek bi rûmet berê xwe dane Başûr.

Lê gelo, rêvberîya Kalkan û rêberê wî çi ji Kurdan re kirîye? Ew karîne bi tenê yek buhist ji xaka Kurdistanê rizgar bikin? Li her ciyê ku ew lê bûne niha artêşa Tirkiyê heye, li her cihê ku ew lê bûne wêrankarî li pey xwe hiştîye, xelik qetil kirîye, şerê eşîran çêkirîye, karsaz kuştine û rojnamevan wenda kirine, bajar wêran kirine û gund çûl kirine, Şerê Xendekan û vala kirina gundên Bakurê Kurdistanê ku dikevin ser sînorê Başûr baştirîn mînakin ji boy rêveberîya Kalkan û rêberê wî.

Li Rojavaya ku niha jî di bin destê Kalkan û rêberê wî de ye, her tiştê Kurdistanê hatîye qedexe kirin, tev sembolên Kurdistanê weke, nav û ala Kurdistanê hatine qedexe kirin, navê Kurdistanê li wir nayê bi kar anîn, rê bi partiyên Kurdî nayê dayîn xebatên xwe li Rojava berdewam bikin, siyasî û rojnamevanên Rojava nikarin li Rojava kar bikin, lê belê dîsan Kalkan wê rêveberiyê bi rêveberîyek bikêrhatî dizane!

Ger Kalkan mejîk hebe, wê bizane qala kê tê kirin!

Her kes baş dizane yê teslîmî dewletê bûy û serê xwe ji dewletê re tewandî û xew li pişt dîya xew ya Tirk veşartî kî bûye, her kes dizane ew kes ewe yê ku razî nebûy li dijî dewletê li ber xwe bide û dema ji boy vegerandina wî bo Tirkiyê çûy ji pasewana xwe re gotî, ez “berxwedanek kilasîk nakim”, her wiha dema siwarî balefirê kirî gotî: “Li min nexin, dîya min Tirke, ger derfet bi min were dayîn ezê xizmeta Tirkiyê bikim”.

Yê ku teslîmî dewletê bûy û serê xwe tewandî ewe yê ku li dadgeha Tirkiyê daxwaza lêborînê ji daykên eskerên Tirk kirî, ew bû yê ku ji boy parastina xwe berê çekdarên xwe dayne mirinê, ji boy ku fêm bikî kesê teslîmî dewletê bûy û serê xwe tewandî kîye, pir mînakên din hene, lê ger derse herfek bi tenê bese, ger hinekê mejîkê te hebe wê tu fêm bikî em qala kê dikin.

Barzanî ne bi tenê teslîmî dewletên dagîrkar nebûye, belku serê xwe ne li ber dijminên derekî yên weke Tirkiyê û Îran û Sûryê û Îraqê netewandîye û ne jî li himber dijimnên navxweyî yên weke te û rêber û partîya te, di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de her kesê bi çavê serê xwe dît ku Barzanî teslîmî tu kes û alîyan nebû û nabe jî.

Kîjan tecrîd û kîjan îşkenece?!

Vî rêveberê PKKê di beşeke din yê axaftina xwe de basî tecrîd û îşkenceya li ser rêberê xwe kir, wî ragihand, “êrîşan di serî de rêber Apo û PKKe kire hedef, li Îmraliyê rewşa tecrîd û îşkenceyê herî giran kirin“, em naxwazin li ser vê yekê pir dirêj binvîsin, emê bi tenê vê yekê bibêjin, gelo Kalkan basî kîjan tecrîd û îşkenceyê dike?! Ger îşkence li rêberê wî tê kirin çima her ku dem derbas dibe pêtir zikê wî mezin dibe?! Ger tecrîd hebe çewa dikare bi telefonê bi birayê xwe re bipeyve, çewa dikare li tv yê binêre û haydarî bûyeran bibe?! çewa dikare fermanan ji Qendîlê re bişîne?!! Ne bi tenê rêberê Kalkan di bin tecrîd û îşkenceyê de nîne, belku ew li Îmraliyê bi rihetî razaye û erka xwe cîbecî dike.

Kalkan pir bi rû qayîmî dibêje, “berxwedana herî dûmdirêj, herî watedar û xurta dîroka me di vê pêvajoyê de li Îmraliyê hate jiyan kirin”, ev bê exlaqîyek dine ku Kalkan dike, ya rast berxwedana dîrokî û berxwedana watedar ew berxwedan bû ku li girtiyên Kurd li zîndana Amedê kirî, lê piştî hinek ji wan serbest hatine berdan û razî nebûy bibin koleyên Ocalan, her yek bi awayekê hat tasfîyekirin, hin ji wan hatin înfaz kirin, hin ji wan hatin bê rûmetkirin, hin ji wan jî hatin bêbandor kirin û yên mayî jî weke koleyên serdema Roma ji xwe re dan şoxlandin.

Axiftna duran Kalkan berevajî kirina dîrokê û red kirina wê ye, pêwîste ku ew dîrokek gelek dirêj bîne bîra xwe, serdema bawer kirin ji Kalkan û yên weke wî bi serve çûye, êdî gelê Kurd şiyare û wan baş nas dike û bawer ji derewên we nake.

Pustên heman beş