Amerîka amadekariya sizadana Belarusê dike

Amerîka amadekariya sizadana Belarusê dike

Ji ber krîza koçberan a li ser sînorê Polandê, Amerîka biryar daye Belarusê ceza bike. Sedema cezayan jî helwesta hikûmeta Belarus a nemirovî ye.

Bi sedema krîza koçberan a li ser sînorê Belarus-Polandê, givaşên navdewletî li ser hikûmeta Belarusê zêde dibin. Mînsk bi wê yekê tê tometbarkirin ku bi zanebûn koçberan li ser sînorê Polandê kom dike.

Berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê Ned Price ragihandiye, ji ber helwesta nemirovî ya hikûmeta Belarusê ew bi hemahengî li gel Yekîtiya Ewropayê û hevpeymanên din, amadekariya danîna dorpêçan û sepandina sizayan li ser Belarusê dikin.

Price gotiye, divê rêveberiya di bin serokatiya Alexander Lukaşenko de, berpirsyariya êrîşên li hemberî demokrasî, mafên mirov û prensîbên navdewletî hilgire.

Bi hezaran koçberên ku ji Afrîka û Rojhilata Navîn derketine, ji bo derbasî welatên YE bibin, ew çend heftî ne ku li ser sînorê Belarus û Polandê kom bûne û heta niha 8 koçberan canê xwe ji dest dane û ji ber daketina pileyên germayê tirs heye ku karesateke mirovî çêbibe.

Hikûmeta Belarus li devera sînorî rewşa awarte ragihandiye û nahêle rêxistinên mirovî û rojnamevan jî nêzîkî wir bibin.

Pustên heman beş