Azerbaycanê 15 leşkerên Ermenîstanê kuştin

armenian soldiers (2)

Ermenîstanê ragihand ku di şer û pevçûnên li gel hêzên Azerbaycanê de 15 leşkerên wan hatine kuştin û 12 leşkerên din jî dîl hatine girtin.

Îro, Sêşemê, parlemana Ermenistanê kuştina 15 leşkerên xwe di şer û pevçûnên bi hêzên Azerbaycanê re li ser sînor ragihand, ev yêk li demekê ye tirsa nûbûna şer û pevçûnan ku sala borî di navbera her du welatên hevrik de derketibû, heye.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê eşkere kir ku hêzên Azerbaycanê 12 leşkerên Ermenî dîl girtine.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê di daxuyaniyeke cuda de ragihand ku ew Ermenistan sûcdar dibîne ku bi qestî aloziyên li ser sînorên her du welatan zêde kiriye.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di daxuyaniya xwe ya berê de gotibû ku “Êrîşa hêzên Azerbaycanê li ser çeperên hêzên Ermenistanê bû sedema kuştî û birîndarên ji aliyê Ermenî ve” û diyar kir ku Erîvanê her wiha du cihên leşkerî ji dest dane.

Zêdebûna aloziya vê dawiyê li ser sînorên di navbera her du welatan de, nêzîkî salekê piştî qonaxa dawî ya şerê çekdarî di navbera aliyên Ermenî û Azerbeycanê de li navçeya nakok li Qerebaxê hat.

Ev dewra pevçûnê bi desteserkirina Azerbaycanê li ser beşeke berçav ji erdên ku bi salan di bin kontrola “Komara Qerebaxê” ya nenaskirî de û ji aliyê Ermenîstanê ve hatibû piştgirîkirin, bi dawî bû û piştî qonaxa dawîn a şer, hêzên aştîparêz ên rûsî li herêmê hatin bicihkirin.

Pustên heman beş