Li Tirkiye ji bo hilbijartina û desthilata AK partiyê û Erdogan gelek senaryoyên cur bi cur tên gotubûj kirin. Rojnamevanê rojnameya Cumhuriyetê Bariş Pehlivan li gel hinek berpirsên AK partiyê ku navê wan eşkere nake axiviye û dibêje Erdogan hilbijartina serokkomariyê winda bike jî AK Partî zû bi zû desthilatê radestî muxalefetê nake û AK Partî nahêle sîstema serokkomariyê vegere sîstema berê.
Li gora Pehlivan dide xuyakirin, berpirsên AK Partiyê dibêjin ku, rewşa muxalefetê nebaşe û ew ne yekrêzin, ji aliyek din ve dê her AK Partî di hilbijartinan de wek partiya yekemin derkeve û ev yek jî dibe sedemek cardin AK Partî rê nade muxalefetê bi bernameya xwe bi cih bînin.
Berpirsekî AK partiyê dibêje: Erdogan nebe Serokkomar rewşa parçebûna muxalefetê cardin dê kêrî Erdogan were. Evê bibe sedema serkeftina AK Partiyê. Rewşek bi vê awayî rû bide, wê hilbijartin cardin ji berî sala 2025ê bêne çêkirin. Raste ihtimala ku Erdogan neyê hilbijartin heye, lê li gora vê jî plan têne çêkirin.
Ji aliyek din zeyifbûna MHPê jî di nava tifaqa Cumhur de dibe sedemê hinek aloziyan. Berpirsên AK Partiyê dibêjin em kêmî % 35 denga nastînin, lê windakirin û zeyifbûna MHP dibe kêşe.
Berpirsek bilind yê AK Partiyê ji Pehlivan re dibêje: Ev hilbijartin di van 20 salên dawî de, dê ji bo me hilbijartina herî zehmet be. Sistema % 50+1 niha ji bo me ne başe. Li gora rapirsînên em dikin Tifaqa Cumhur kêmasî % 45 denga distîne.
Dawiya axavtina xwe de berpirsêk AK Partiyê dibêje: Leyiztika Erdogan ya hilbijartina nû destpê dike.