Bersiva derewên Medya PKKê erkek li himber civata Kurd e..

Bersiva derewên Medya PKKê erkek li himber civata Kurd e..

Medya PKKê bi kiryarên xwe û derewên dike, gelek bi zanebûn di çerçoveya planekî de hewl dideku,  rê bi hemû awayî li yekrêziya Kurda li rojavayê Kurdistanê bigre. Armanca PKKê ewe ku erka xwe ya sîxûriya rejima Suriye pêkbîne û hêzên ku di bin bandora PKKê de ne bike milîsên rejima Suriye.

Niha jî ajansa girêdayî PKKê ANHA di derbarê Pêşmergeyên Roj de dest dezenfarmasyona û derewa dike. Pêbextiyên mezin dike. Ew bi xwe jî dizanin ku, derewên dikin rê li hemû gavên erênî ku PYD bavê je digre. Ew kesên îro van derewan ji bo berjewendiyên erzan dikin, eger sibehî yan jî rojek ji roja tenê bi kurdbûna xwe bihesin dê tu cara ew bi xwe , xwe efû nekin. Ji ber ku tişta tê kirin xiyaneta li himber destekftiyên netewîye û rêgirtina dewletbûna Kurda ye.

Medya PKKê êrîşê Pêşmergeyên Roj dike û wan bi tiştên xirab itham dike. Çekdarên PKKê di bin tedariyê de malbatên Pêşmergeyên Roj didin axavtin û da ku ew bangî zarokên xwe bikin ji dev Pêşmergatiyê berdin.

Herweha Medya PKKê pêbextiya li Pêşmergeyên Roj dike î dibêjin wan“ mil dane milê DAÎŞê şer kirine“ Ew kesên van derewan dikin bi xwe jî dizanin çi xwelîseriyêli xwe dikin û çi bêbextiya dikin. Lê ev ji berê pê de tektikek mezin ya PKKê û wan aliyên tarî ku piştevaniya wan dikin e.

Herkes dizane ku Pêşmergeyên Roj di şerê DAÎŞê de qehremaniyên mezin tomar kirine û di vî şerî de dehan şehîd dane. Herweha dema Artêşa Iraqê, milisên Îranî , Heşda Şeibî  û çeteyên girêdayî PKKê hewla dagirkirina başûrê Kurdistanê kirîn, li deverên wek Pirde û Sihêla Pêşmergeyên Roj ji bo xaka Kurdistana azad û kerameta netewî ya Kurda biparêzin berxwedanên nav û deng kirin û bûn kelemê çavê dijmin.

Medya PKKê derewa dike. Ji ber ku eger rojek ji roja bi awayekî Pêşmergeyên Roj bikevin xaka rojavayê Kurdistanê de, dê çeteyên PKKê belav bibin û geleê Kurd Pêşmergeyên Roj bi germî hemêz bike.

Tê zanin ku , heta wek vê gavê Pêşmergeyên Roj dixwazin bi çerçova yekrêziya Kurdan li rojavayê Kurdistanê de biçin rojava û erkên xwe bi cih bînin. Sedemê vê yekê yê sereke ewe ku, Pêşmergeyên Roj naxwazin şerek di nav wan û çeteyên PKKê de li rojavayê Kurdistanê de çêbibe û kurd zererekî ji vê yekê nebînin. Lê eger hêviya yekrêziyê bi temamî têkherê û PKK cardin rojavayê Kurdistanê radestî rejima dagirker bike, dê hingê Pêşmergeyên Roj jî bernameyên nûjen li gora pûvajoya rûbide amade bikin,.

Ji aliyek din ve ANHA gelek gotinên xirab û ne rast di derbarê Pêşmergeyên Roj , ENKSê û PDKê de dibêje. Her çikas tê zanin ku ANHA wek hemû medya PKKê derewa dike jî, pêwiste ev aliyên ku Medya PKKê derewa li wan dike bi awayekî bersivek pêwîst bidin . Ev bersiv ne ji bo PKKê bi awayekî iknabibe ye. Ji bo leyiztika Medya PKKê li ser civaka Kurd dileyze negihê armanca xwe ye.

Mixabin eve 40 sale PKK bi derewa civata Kurd têkbiriye û tehribatên mezin di nava Kurdan de peyda kiriye. Veca pêwiste aliyên ku PKK derewa li wan dike,bersivekî bidin  û derewên wan eşkere bikin. Ev yek erkek li himber civata Kurd e.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş