Alîgrê Trump cezayê 41 meh zîndankirinê bo derket

Jacob Chansley (2)

Dadgeha Waşînigtonê a paytexta Amerîka, çalakvanekê piştevanê serokê berê Donald Trump, bi sûça beşdarbûna di êrîşa li ser baregeha Kongirêsa Amerîkî da, bi 41 meh zîndankirinê mehkûm kir.

Dozgeriyê ji boy “Jacob Chansley” yê 34 salî, ji 4 salan zêdetir cezayê girtîgehê xwesitbû, ji ber beşdarbûna wî di bûyerên xwînrêjên Kongirêsê de ku bi sedan kes têda hatbûn sûçdar kirin.

Jacob di çileya rabûrî de bi kumê xwe yê ku du şax li serin, beşdarî êrîşa ser baregeha Kapîtolê kirbû û ji wê demê ve jê bi “Du el Qerneyn” hate bi nav kirin.

Jacob di îlona rabûrî de derket pêşberî dadgehê, li ser bingeha sûça beşdarbûna di êrîşa ser baregeha Kongirêsê de li gel bi sedan alîgirên Trump, di hewlekê de ji bo nehiştina parlemanteran ji piştirasitkirina serkeftina Joe Biden di helbijartinên serokatiyê de.

Li adara rabûrî, serokê berê yê Amerîkî Donald Trump berevanî ji xwepêşanderan û êrîşkarên ser Kapîtolê kirbû û gotibû: Xwepêşanderên ku êrîşî kongirêsê kirine “tu metirsî nînin”.

Di wan bûyeran da 5 ji wan kesên ku beşdarî êrîşa ser baregeha Kongirêsê kirî, ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatbûn kuştin.

Pustên heman beş