“Darka Mazî” salek û 3 mehan berê, kuştina “Kaytan” eşkere kirbû

ali-haydar-kaytan-pkk-turkey-1

Medya Tirkiyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê îro kuştina Alî Hayder Kaytan rêveberê PKKê di êrîşeke hevpar a artêş û îstixbarata Tirkiyê ragihand, ev yêk li demekê ye, pêgeha «Darka Mazî» salek û sê mehan berê, kuştina Kaytan belav kirbû.

Ajansa Anadol a dewleta Tirkiyê îro roja pêncşemî 18/11/2021ê, nûçeya tasfîyekirina «Alî Haydar Kaytan» endamê konseya rêveber a PKKê û yêk ji damezrênerên rêxistina PKKê îlan kir, li gorî vê ajansê, «Kaytan» di êrîşeke hevpar a artêş û îstixbarata Tirkiyê MIT ê de li Başûrê Kurdistanê hatîye kuştin.

Pêgeha «Darka Mazî» bi girîng dibîne ku ji xwendevanên xwe yên birêz re bibêje ku li sala rabûrî bi teybet li roja 20 sêptambera 2020an, nûçeya piştirastkirî a kuştina «Alî Haydar Kaytan» parvekirbû.

Li gorî agahiyên ku bi dest pêgeha me ketine, «Alî Haydar Kaytan» li roja 19 sêptambera sala 2019an di êrîşeke dewleta Tirkiyê de hatbû kuştin, lê belê ev êrîş ji hêla wezareta navxwe a Tirkiyê ve nehatbû pejirandin.

Rêxistna PKKê tu agahî li derbarê «Alî Haydar Kaytan» nedane, her wiha «Kaytan» ji wê demê ve, ne li medyayê û ne li ekranan derneketîye û ev yêk jî belgeye ku ew di jiyanê de nemaye.

Alî Haydar Kaytan kîye?

1952 li Dêrsimê hatîye dine. Li Zankoya Ankara Fakulteya Zanistên Sîyasî xwendîye.  Li wir Ocalan nas dike, û grûpa yekemîn ya ku bî nave grûpa Ankara tê naskirin de cîhê xwe digire.

Kaytan 1979 Cemîle Merkît (Seher Dersîm) re dizewice. Hevjîna wî pîştre ji bal PKK ê ve li sala 1982an li Kampa Bekaa hat kuştin.

Abdullah Ocalan her dibêje ku Kaytan ji ber kuştina hevjîna xwe her daîm ji PKK acizbûye û xwe bi PKK’ê re ne kirîye yek. Ji ber ve yekê jî gelek cara bi lêpirsîna re rûbirû maye di nava PKK ê de.

Alî Haydar kaytan sala 1986an ji endametîya PKK hat avêtin û wek xabatkarek sîyasî rakirin Almanya. Almanya ji ber tohmeta kuştina însanan, pereya reş xistine dest ve hat darizandin û heta sala 1993an li Almanya girtî ma. Dema hat berdan dîsa hat gel Ocalan.

Tê dîyar kirin ku Alî Haydar Kaytan gelek caran nav PKK’ê de erk girtiye lê belê di karê xwe de serketî nebûye.  Ji ber vê yekê jî piştî sala 1998an bi tenê karên sembolik jêre hatîye dayîn. Lê belê ev wek fikir her daîm wek alîkarê Cemîl Bayik bûye.

Kaytan herî dawî sala 2013an wek Endamê Konseya Serokatîyê hatiye hilbijartin.

Kaytan sala 2014an derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li wir wek mûfettiştekê PKK ê dimîne. Lê belê Alî Haydar Kaytan zêdetir ji ber pirsgirêkên Tenduristî û rêbazên xwe zêde nikare li Rojava bimîne. Herî dawî jiberku wî peywendî li gel hinek jina hebûye ji aliyê rêvebirîya Rojava ve biryar li ser te girtin ku ev vegere Qendîlê. Jiberku dibêjin ev nêzîk bûna wî ji ber jina zirar dide îtîbara PKK ê.  Piştî vê ji sala 2018an carek din diçe Qendîlê.  Hinek kes dibêjin ku Alî Haydar Kaytan ji ber kiryarên wî yên li Rojava hatîye ceza kirin û ji însana re dûr kiriye, rexmê ku tenduristîya wî rê nade ji çîya û şikeftên asê de hatîye hiştin. Heta hinek kes dibêjin ne fermî be jî wek nîv girtî bûye li van çîyayan.

Ali Haydar Kaytan her çend bi şexsîyet û karê xwe bûye barekê giran li ser PKK ê, lê belê jiberku kesekî navdare û endamê grûpa Ankara’ye her daîm PKK mecbûr bûye ku tevahî pirsgirêkên ku ew peyda dike veşêre. Ana jî PKK diveşêre Alî Haydar Kaytan dijî an na.

Pustên heman beş