Balafira F-16 li Yewnanîstanê ket xwarê

Balafira F-16 li Yewnanîstanê ket xwarê

Çapemeniyê ragihand ku balafireke şer a F-16 ya Hêza Esmanî ya Yewnanîstanê dema ji baregeha hewayî ya Andravîda ya li bakurê rojavayê Peloponnesê radibû ket xwarê û pîlotê wê sax ma.

Televîzyona ERT1 ragihand, qeza di dema rabûna balafireke perwerdehiyê de li nêzî baregeha Andravîda qewimî.

Her wiha diyar kir, heya niha nayê zanîn sedema qezayê ji ber çi bûye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Yewnanîstanê ji bo ku sedemên qezayê bên tespîtkirin, biryara lêkolînê da.

Pustên heman beş