Îsraîl piştrast kir ku Serokê wê Îshaq Herzog spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir ji bo beşdariya wî di azadkirina herdu hevjînên Îsraîlî ku li welatê wî de bi tometa sîxuriyê hatibûn binçavkirin.
Hikûmeta Îsraîlî îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Herzog, di pêwendiyeke telefonî de ligel Erdogan de ku di atmosfereke erênî de derbas bû, sipasiya Serokomarê Tirkiyê kir ji bo “alîkarî û beşdariya wî ya şexsî ji bo vegera herdu hevjînann «Natalie û Mordî Oknîn» ji bo welatê wan Îsraîl.
Ev hevjîn berî niha li Tirkiyê bi tohmeta sîxuriyê hatibûn girtin, ji ber ku wan wêneyê cihê rûniştina Erdogan kişandibûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan di serî de bal kişand ser girîngiya têkiliyên bi Îsraîlê re ku ji bo aştî, îstiqrar û ewlehiya Rojhilata Navîn girîng in.
Li gorî daxuyaniyê, Herzog pêşwazî li hewla Tirkiye û Îsraîlê ya ji bo diyalogeke berfireh li ser dosyayên dualî û herêmî yên girêdayî aştiya li herêmê kir û her du serokan li ser berdewamkirina peywendiyên xwe li hev kirin.