Kî bi zimanê dijmin di peyve?

Kî bi zimanê dijmin di peyve?

Rêxistna PKKê daxuyanî daye û têda nirxandin ji boy daxuyaniyên serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirîye, li gorî PKKê Mesrûr Barzanî gotîye: “divê Rojava têkilîyên xwe bi PKKê re qut bike û eger neke, dibe ku dewleta Tirk êrîş bike”.

PKKê nirxandina xwe wusa kirîye: “ev yek nîşaneya hevkariyê, bindestiyê û di heman demê de bi dewleta Tirk re axvînê ye”.

PKKê bi vê daxuyaniya xwe careke din ji gelê kurd re îsbat kir ew rêxistineke ku ji bilî derew û xapandinê tu kar û kesabetên din nizane, ev rêxistin tenê di berevajî kirina rastiyê de lêzan û lehenge, ew rastiyê û nirxên wê nas nake, emê bi belge û dukomênt derewên PKKê îfşa bikin.

Rêxistina PKKê ewl rêzka daxuyaniya xwe bi derewê destpêkir, ji ber ku wan ev daxuyanî weke nirxandin ji boy gotinên Mesrûr Barzanî yên di konferensa “Aştîya Rojhilata Navîn” de kirîye, ya ku li parêzgeha Dihokê hatîye encam dayîn.

Mesrûr Barzanî di berisva pirsekê de li derbarê rojava kurdistanê wusa bersiv daye:

“Divê Rêveberiya Rojava têkiliyên xwe bi PKKê re qut bike, eger na tu pêşdaçûnek di rewşê de nabe”, lê belê PKKe hatîye û ev gotina Mesrûr Barzanî berevajî kirîye û wusa nivîsandîye: “Divê Rojava têkilîyên xwe bi PKKê re qut bike û eger neke, dibe ku dewleta tirk êrîş bike”.

Ji xwe daxuyaniyên Mesrûr Barzanî li tam medyaya Başûrê Kurdistanê û heta yên Îraqê jî hatin parvekirin û her kes dikare bi du kilîkan bişopîne, bixwîne û guhdarî bike ka çi gotiye, lê belê ji ber ku medya PKKê li ser derew û xapandinê avabûye, loma ev rêxistin difikire ku gel bawer ji wê yekê dike ya ku di medyaya wê de tê parve kirin.

PKKe dixwaze bi berevajî kirina rastîya gotina Mesrûr Barzanî, tev tewan û cînayet û bi destveberdana xaka rojava ji boy dewleta Tirk ya dagirker bipeçine, dixwaze çetatîya xwe û hewlên çêkirina peymanê bi rejîma Esed re bipeçine, bi kurtasî dixwaze ji gelê Rojava re bibêje welatê we bi sedema siyaseta me ya şaş wenda nebûye.

Gelo Mesrûr Barzanî çi gotibû?

Mesrûr barzanî di konferansa aştiya rojhilata navîn de li roja 17/11/2021ê gotibû: “Em piştgiriyê li ti cure dagîrkarîyê û ti çareseriyên leşkerî li ti ciyekî nakin, lê belê pêwîste têkilî werin rêxistin û çareseriyeke aştîyane pêk bê, ev yêk jî ji boy nehiştina nakokiyên nêvbera Tirkiyê û Sûriyê û ji boy hemû herêmê dirist e”.

Herweha gotibû: “li derbarê pêvajoya aştiyê, me nîqaşên pirr dirêj li gel Tirkiyê encam dane, di vê derbarê de Tirkiyê berisva me daye gotiye ku nakokiyên wan tenê bi PKKê re ne, ew amadene nîqaşê bi kurdan re bikin, lê bi PKKê re na”.

Serokê Hikûmeta başûr herweha gotibû: “ji ber vê pêwîste rêveberiya rojava têkilya xwe bi PKKê re qut bike, pêwîste xwe ji bin bandora PKKê derxîne ji bo ku hestiyarîya Tirkiyê ya li ser Rojava nemîne”.

Di beşeka din ya gotinên xwe de Mesrûr Barzanî got: “Gelê Rojava ne beşeke ji PKKê, belku tenê hejmarek kêm ji wan bi PKKê re ne, bi sedan hezar aware li Herêma Kurdistanê hene û ti yêk ji wan ne PKKeyî ye, loma baştirîn rê ji bo destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî, eve ku PKKe ji Rojava dûr bikeve, li wê demê jî nakokiyên Tirkiyê bi Herêmê re wê kêmtir bibin û rewş wê rihettir bibe”.

Rêveberiya Rojava çi bike?

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma kurdistanê, di berisva vê pirsa konferansa aştiya rojhilata navîn de wusa bersiv dabû: “Heger rêveberiya Rojava têkilîya xwe bi PKKê re qut neke, bawer nakim bikare pêşdaçûnekê bike û tu kes nikarin alîkariya wan bikin”.

Herweha gotibû: “heger wan pêwîstî bi alîkariyê heye, divê qebûl bikin ku ji PKKê dûr bibin, ji bo ku pêşerojeke geştir ji boy xwe ava bikin”.

Gelo qey Rêveberiya Xweser Rojava bi rêve dibe yan konseya PKKê?

Her kurdek dizane ku gelê Rojava fedakariyên pirr mezin di şerê terora DAIŞê û şerê rejîma esed de dane, lê belê rêxistina PKKê her di zû de û dema fêm kirî ku gelê Rojava ji xweseriyê û bi dest xistina mafên xwe yên netewî nêzîk bûye, wan destê xwe xiste di rojava de û encam jî me hemûyan bi çavê xwe dît PKKê bi ti awayî piraniya bajêr û herêmên Rojava ji boy Tirkiyê hiştin û nikarî bergiryê ji destkeftên gelê rojava bike.

PKKe weke Penceşêrê ketîye di Rojava Kurdistanê de û her tişt li wir bê rûmet hişt, navê Kurdistanê, ala Kurdistanê red kirin û ala rejîmê û bakurê Sûriyê li ciyê wan danan, gelê rojava paş ku 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndar di şerê dijî DAIŞê û rejîma Esed de dan, PKKê ji nû ve hatîye û hewla pêkhatina wan bi Esed re dike û Cemîl Bayîk rêveberê PKKê jî ji bo ku Esed razî bike, îro hatîye û pesna bejnûbala Hafiz Esed dide.

Rojava tek deriyê sînor heye ku dikare rûyê wê bi dinyayê de veke

Her kurdek, her wilatparêzek dizane, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çi qas alîkarê gelê Rojava bûye û her kes jî dizane rêxistina PKKê çi qas malwêranî ji boy gelê Rojava bi xwe re anîye.

Ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê deriyê xwe û gelê başûr jî deriyê malên xwe ji bo koçberên rojava vekir, wexta pêwîstî bi hêza leşkerî bûy, pêşmerge şandin rojava û navçeyên wan ji zora DAIŞê rizgar kirin, lê belê PKKê tirk kêşî rojava kirin, xwe bi xwedîyê destkeftên gelê rojava zanî, partiyên rojava ji holê rakirin, wilatparêzên kurd xistin di zîndanan de û îşkence li wan kir û dawî car rê li ber diyaloga kurdî-kurdî girt û dawî car got emê biratiyê li gel Beşar Esed pêk bînin, pêwîstîya me bi Kurdistanê tune, divê em bi Şamê re bin.

Pirsa li vir xweya dibe eve, gelo kî bi zimanê dagirkeran dipeyve, Hikûmeta Başûr yan PKKe?, kê destê Tirkên dagirker girt û anî Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî, rayedarên başûr yan “grûpa Enqerê”, kî ye dixwaze biratiyê bi dagirkeran re çêbike û neteweya kurd û Xweseriya Kurdistanê red dike?, ji xwe gotnên zelamê Mîtê yê ku li Îmraliyê razayî hêjan li bîra zarokên kurdistanê ye wexta gotî: “Kurd li Rojava Kurdistanê tunene, yên ku niha li wirin ji Tirkiyê û bakurê Kurdistanê reviya bûn”.

PKKe tenê wexta pêwîst bke û wexta dixwaze gel bixapîne navê Kurd û Kurdistanê tîne, weke dawîn daxuyaniya wê ku gotiye emê berxwedana xwe ya rizgar kirina Kurdistanê bidomînin, rizgarkirin jî di ferhenga PKKê de, dubare kirina tecrûba Efrînê ye li Herêmên mayî yên Rojava, evca çi ji bo Tirkiyê be, çi ji boy rejîma Sûriyê.

Tev wilatparêz û kurdên bi şeref fêm dikin kîne yên ku bi zimanê Tirkiyê dipeyivin û tev digerin, yên ku ne bi tenê bi zimanê rayedarên Tirkiyê dipeyivin belku bi zimanê wan tev digerin û Kurdan pêtir ji berê bindest dikin ew jî PKKe û rayedarên wê bi xwene, ti yek ji rêveberên PKKê tunene ku zimanê Tirkî weke rayedarên Tirkiyê fêm nekin û bi wî zimanî nepeyivin, ya rast bi zimanê rayedarên tirkiyê peyvîn di nava PKKê de bûye neçarî, her kesekî ku dixwaze di nava PKKê di berpirsyariyê wergire gerek yekem car zimanê Tirkî fêr bibe û bi zimanê rayedarên tirkiyê dijatiya pîrozî û nirxên Kurdistanê yên weke Netew, Al û Hikûmeta ku bi xwîna sedan hezar kurdan hatîye avakirin, bikin.

Em ji tev Kurdistaniyan dipirisn, gelo Mesrûr Barzanî ku şev û rojên xwe kirine yek û parêzvaniyê ji Kurdistanê dike, bi hezaran kesên ji PKKê veqetiyay di bin sîbera desthilatdariya wî de jiyan dikin, alîkariya Rojava û Gelê wê dike weke rayedarên Tirkiyê dipeyve yan jî ewên bi karên provakasyon, bi bilind kirina wêneyên zilamê Mîtê yê ku li Îmraliyê razayî û daliqandina ala partîya xwe ku hin cudahiyên biçûk hene li gel ala Tirkiyê leşkirên tirkiyê kêşî Kurdistanê dikin?

Bi peyvan, provakasyon û êrîşa li ser sembol û pîroziyên Kurdistanê ji hêla PKKê û rêberê wê ve Kurdistan rizgar nabe

Li dawiyê em dibêjin ev ne daxuyaniyên serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku bûye sedem pirsgirêka kurd çareser nebe weke PKKe dibêje, daxuyanî, helwest û karên berê û niha yên tev serkirdeyên PKKê ji zilamê di hotel Îmraliyê de razayî heya digehe xwediyê simbêlên jeng girtî ku bera salekê hatîye kuştin û daxuyanî û helwestên Alixmahoyê Qendîlê sedema serekene ku pirsgirêka kurdan kûrtir kirîye û kurd pêtir hatine bindestikirin. Bi daxuyanî û leyistina bi peyvan, provakasyon û êrîşa li ser sembol û pîroziyên kurdan ji hêla PKKê û rêberê wê ve Kurdistan rizgar nabe, belku wê pêtir bindest bibe, jiberku tev helwest û karên wan di berjewendîya dewleta Tirkiyê û bicîkirina Mîsaqa Millî ya Tirkiyê de ne.

Mesrûr barzanî weke serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tenê xwastiye gel û rêveberiya Rojava ji vê yekê şiyar bike ku li gor siyaset û heza şaşa PKKê tev negirin ku bibe sedemek Tirkiye êrîşî rojava bike û tev rojava weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û herêmên din yên sînorî li Başûrê Kurdistanê ku PKKe wan bi “Herêmên Parastina Medya” binav dike dagîr bike, her kes dizane her ciyê PKKe lê hebe Tirkiye êrîş dike û dagîr dike, yên ku vê yekê nizanin yanjî naxwazin bizanin bi tenê PKKe û rayedarên wêne ku bi erka xwe radibin, weke çewa rayedarekî tirkiyê bi erka xwe radibe, cudahiya di nêvbera rayedarên PKKê yên weke “‘Ebdulla Ocalan, Cemîl Bayîk, Elî Heyder Qaytan, Murad Qarayilan, Besê Hozat, Riza Alton û hwd…. Û rayedarên Tirkiyê yên weke Erdogan, Hulusî Akar, Silêman Soylu, Mewlûd Çawîşoxlu û hwd.. Bi tenê eve ku rayedarên PKKê bi awayek nefermî û nerasterast û li ser navê Kurdistanî bûnê û wilatparêziyê û xwîna ciwanên kurd xizmetê ji ecînda û berjewendiyên Tirkiyê dikin, lê belê rayedarên Tirkiyê bi awayek rasterast û fermî xizmetê dikin.

Pustên heman beş