Li ser pirsa daketina bihayê lîreyê Tirkiyê li beramberî diravên biyanî, li hinek taxên Stenbol û Enqerê xelik bi siloganên “AKP îstîfa” daketin kolanan.
Îro roja sêşemê 23/11/2021ê li hindek taxên Stenbolê û Enqerê, bi sedema daketina bihayê lîreyê Tirkiyê, xelik daketin kolanan û silogan li dijî AKPê avêtin, xwepêşanderan bi yêk deng silogana “AKP îstîfa” di digotin.
Li Taxa Kurtuluş a Stenbolê, polîsan weke rêgirî li hemberî xwepêşandanên li dijî AK Partiyê, li serê kolanan berbest danîne.
Li taxa Esatê ser bi navçeya Çankaya ya parêzgeha Enqerê hemwelatî derketin kolanê û bang li AK Partiyê kirin ku dest ji hikûmetê berde.
Li gor dîmenên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin 23ê Mijdara 2021ê demjimêrên êvarî li navçeya Çankaya ya Enqerê hemwelatî bi dirûşma “AKP îstîfa” derketin kolanê û rûbirûyî astengiya polîsan hatin.
Li gor agahiyên dawî welatî ji ber midexaleya polîsan li taxan belav bûne lê her ku diçe hejmara welatiyên xwepêşandar zêde dibin.
Herwiha ligel vê yekê li bajarê Stenbolê jî hejmareke welatî li ber Şaxa Stenbol ya Bankeya Navendî ya Tirkiyê bi armanca protestokirina hikûmetê kombûne.
Piştî axaftinên Erdogan îro Sêşemê 23ê Mijdara 2021ê lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û dolarek gehişte 13.35 lîreyan û euroyek gehişte 15.00 lîreyan.