Bi sûça PKKê 14 kes li Îzmîrê hatin desteserkirin

izmir-pkk

Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê di operasyonekê de 11 kes bi îdîaya ku li ser medya civakê propagandeya rêxistînê kirine û 3 kes jî bi gumana “bi zanebûn û xwestek alîkariya rêxistina terorê” kirine, bi giştî 14 kes hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Îzmîrê kar û xebatên eşkerekirina çalakiyên PKKê ji aliyê tîmên Rêveberiya Şaxa Îstîxbarat û Şaxa Têkoşîna Dij-Terorê ya Îzmirê ve berdewam in.

Parêzgariyê ragihand ku di vê çarçovê de 24ê Mijdara 2021ê di operasyonekê de 11 kes bi îdîaya ku li ser medya civakî propagandeya rêxistinê kirine û 3 kes jî bi gûmana alîkariya rêxistinê hatine desteserkirin.

Li gor agahiyên medya Tirkiyê belav kirine, kar û barên yasayî yên wan 14 kesan li Fermandariya Cendermeyan berdewam in.

Pustên heman beş