Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, berpirsekî serbazî li Ranyeyê rastî êrîşa çekdarî hatiye û piştî rakiriye nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Berpirsê ku îro hatye kuştin kesekî nêzî Lahor Cengî hevserokê ji kar ladayî yê YNK’ê ye bi navê eqîd Murad Kanî Kurdeyî.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, îro danê êvarê du cenaze ku bi gulleyan hatibûn kuştin ji boy nexweşxaneyê hatine rakirin. Herweha hat hîn bûn ku du ji pasewanên wî jî bi birîndarî hatine rakirin ji boy nexweşxaneya Ranyayê.
Tevî vê yekê hinek çavkaniyên din dibêjin ku heya niha ev berpirsê YNK’ê yê nêzî Lahor Cengî Borhan di jiyanê de maye lê belê bi giranî brîndar bûye.