Li ser daxuyanî û gefên êrîşkirina ser Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba, daxuyanî da.
Kuleba di civîneke rojnamevanê ya bi awayê online de axivî û got: “Wê bihayê êrîşeke nû ya ser Ûkraynayê gelekî giran be. Em li ser dixebitin ku Pûtîn vê yekê fêm bike û xwe neceribîne.”
Wezîrê Ûkraynayê diyar kir ku divê Moskow di helmeteke nû ya êrîşkirinê de, ziyana siyasî, aborî û mirovî bide ber çavê xwe û destnîşan kir, ew li ser dixebitin ku Rûsya rêyeke wisa hilnebijêre.