Fransayê serxweşî da malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne

Fransayê serxweşî da malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêrê peyameke sersaxiyê pêşkeşî kasûkar û malbatên pênc şehîdên Pêşmerge yên li Kuleco kir.

Di peyamê de hat gotin: “Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêrê sersaxî arasteyî malbatên wan pênc pêşmergeyan dike, ku duh bi şev li Kuleco di rûbirûbûna DAIŞê de şehîd bûn. Konsulxane hevsoziya xwe ji bo hevalên wan ên birîndar nîşan dide.”

Di beşeke din a peyama li ser twitterê de bi zimanê Kurdî hatiye gotin: “Şerê dijî DAIŞê şerê me yê hevbeş e, em rijd in li ser berdewamkirina vî şerî mil bi milê pêşmergeyan, hêzên ewlehiya Iraqê û hevbeşên me yên li Hevpeymaniyê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva borî di encama êrîşeke DAIŞê de û teqîna bombeyeke vedayî li ser rêya karwana hêzên Pêşmerge li gundê Kuleco yê li sînorê Germiyanê, pênc pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Pustên heman beş