Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, di Gola Wanê de cenazeyê ciwanê berî 19 rojan wenda bibû hat dîtin.
Îshak Çaglayanê 18 salî yê ji bo perwerdeya Quranê ji Çewligê çûbû Xelatê, roja 9ê Cotmehê ji Qursa Quranê ya Hafiziyê ya Abdurrahman Gazi derket û venegeriya.
Li gor zanyariyan, piştî agahdarkirinê hêzên ewlekariyê ji bo dîtîna Çaglayan dest bi xebatê kirin û di encama xebatên 19 rojan de, cenazeyê Çaglayan li navçeya Xelatê di nav golê de li nêzîkî peravê hat dîtin.
Cenazeyê Çaglayan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.