Hêzeke ser bi Bafil Talebanî 20 ton zêr ji nav lepên Lahor Cengî derxist

Hêzeke ser bi Bafil Talebanî 20 ton zêr ji nav lepên Lahor Cengî derxist

Piştî bûyerên 8ê Tîrmehên yên nav YNKê behsa hebûna dehan ton zêran di bin erdê hotêla Lalezar dihate kirin û çavkaniyekî jî ragehand, hêzeke ser bi hevserokê xwedî biryar ê YNKê Bafil Talebanî kontrola wan zêran kir.

Vê derbarê de çavkaniyekî agahdar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi sedan qalibên zêr ku tê pêşbînî zêdetirî 20 ton zêr be û li hotêla Lalezer a li girê Serçinar a Silêmaniyê hatibûn veşartin û bi armanca Lahor Cengî Burhan û birayên wî bibin bo derveyî welat. Hêzên nêzîkî Bafil Talebanî bi navbeynkariya rêveberê diyar ê YNKê Dilêr Seyîd Mecîd ve karîn wan zêran ji nav lepên Lahor Cengî û birayên wî derbixin.’’

Herwaha naha ji aliyê Bafil Talebanî û çapemeniya nêzîk wî ve çarenivîsa wan 20 ton zêran nayê ragehandin, gelo dê ji bo xezîneya hikûmetê bên vegerandin yan dê bibe mulkê YNKê yan xelkê din dê dest dayne ser. Lahor Cengî jî behsa vê bûyerê nake û veşartiye. Ji ber li gor gotinên heman çavkaniyê eger Lahor Cengî behsa wê bike wê demê aşkera dibe ku ew zêr hatine dizîn û li hotêl Lalezer hatine veşartin û dê bibe belgeyekî din li ser Lahor Cengî û birayên wî.

Berî naha Lahor Cengî û birayên wî bi qaçaxçîtiya zêr di navbera herêma Kurdistanê û welatên kendava erebî de navê wan derketibû, herwaha qaçaxçîtiya li sînoran û dest danîna ser karên bazirganiya Silêmaniyê û çavkaniyên dahata wî bajarî.

Pustên heman beş