Stenbol.. ji ber bayê bihêz 4 kes mirin

Îro, Duşemê, rayedarên Tirkiyê ragihandin ku di encama bayê bihêz de ku li bajarê Stembolê rabû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kesên din jî birîndar bûn, ku rewşa 3 kesan giran e.

Bahoza ku bû sedem Tengava Bosforê ya ku bajêr parçe dike ji trafîka behrê re bê girtin, sefer hat betalkirin û berdevkê Rêhewayên Tirkiyeyê jî got ku herî kêm 6 seferên balefiran ku hatibûn plankirin li Stenbolê daden ber bi bajarên Enqere û Îzmîrê ve hatin veguhestin.

Medya herêmî jî ragihand ku bayê xurt rayedar neçar kir ku seferên beleman ên di navbera seyrangehên peravê yên Bodrum û Kasê de betal bikin.

Pustên heman beş