Rêxistina Mafên Mirovan li rojavayê Kurdistanê radigehîne, PKK li leşkerîgehên Rejîma Sûriyê û Sipaha Pasdarên Îranê de zarokên revandiye perwerde dike.
PKK, ji bo berdewam kirina şerê xwe, berdewam bi rêya rêxistina Ciwanên Şoreşger ve zarokên Rojavayê Kurdistanê direvîne û piştî perwerde kirin û waneyên îdeolojîk ên taybet wê partiyê ve, wan dişîne Qendîl û eniyên din ên şerê PKKê bi wan tên kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekî ragehand: Çekdarên ser bi îdareya xwerêveberiya PYDê, ku baskê siyasî yê PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê, bi hemahengiya li gel Ciwanên Şoreşger zarokên kurd direvînin.
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragehand: PKK li leşkerîgehên Rejîma Sûriyê û Sipaha Pasdarên Îranê de perwerde û waneyên îdeolojîk û fikrî ji wan zarokên revandî re dide û wan biçek dike.
Li gor heman rêxistinê, PKK di demekî kêm a borî de 9 zarok li bajarên Qamişlo, Amûdê û Helebê revandine.
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan kir, hemahengi di navbera yek de bikin, bo bihevguhertina zanyarî û bihevguhertina rastiyan li temamê navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ku hemû ew kesên li pişt tewanan in şermezar û riswa bikin û hewl bê dayîn sînorek ji bo wan bê danîn.