Tirkiyê li du bajarên Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonên nû kir

eren-zivistan-pkk

Artêşa Tirkiyê îro li herdu bajêrên Agirî û Idirê dest bi operasyonên nû li dijî çekdarên rêxistina PKKê kir û navê “Eren zivistan-9” li wan operasyonan kirine.

Li gor daxuyaniya ku îro Çarşembê 1ê Kanûna 2021ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, li parêzgehên Agirî û Idirê yên Bakurê Kurdistanê vê sibê operasyona bi navê “Eren Zivistan-9” bi beşdarbûna 910 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren zivistan” li dijî PKKê li deverên Besta ya sînorê Şirnexê, Amanos ya sînorê Hatayê, dîsan li sînorê Amed û Çewlîgê, li Colemêrgê û sînorê Sêrtê, herwiha li sînorê Bedlîsê û Mêrdînê hatine encam dan.

Pustên heman beş