Ciwanên Şoreşger, revandina zarokên kurdan û filbaziyên PKKê

 Ciwanên Şoreşger, revandina zarokên kurdan û filbaziyên PKKê

Di nava PKKê de her heyv civîna kadiroyên PKKê çedibe, her 6 yan 3 heyvan jî carekê civînên berfereh tên lidarxistin û ji bo plan çêkirin û rojeva heyî tê nirxandin û telîmatên Konseya KCK tên xwandin. her salê carek jî konferansên kadiroya yên salane tên çêkirin.

Tehlîl û telîmatên Apo tên xwendin û plandananên Qendîlê ji bo rojava û parçên din yên Kurdistanê û Awropa Ermenistan û welatên asyayî wek Kazakistan, Kirgizistan, Rûsya û Gurcistan tên plan kirin, her eyalet raporên faliyetên xwe yên salane dinirxîne çi serkeftin anîbe an jî ne anî be tê nirxandin û hesab lê tên xwestin.

Ji bo planên sala nû bername û hedef tên tesbîtkirin, Salane an jî şeş mehan çi kar û xebat bête kirin, endam çêkirin, şervan tevlîkirin, pare û alîkarî komkirin, faliyetên eskerî hemî tê pilan kirin û bername bo tê çêkirin

Karê kadiroyan ê herî sereke tevlîkirina zaroka ye, her eyalet gerek salane ew hejmara ku bo danay lazime ew qeder şervanan tevlî hêzên leşkerî anku Gerîlla bike, rê û rêbazên tevlîkirinê ji bo insiyatîfa kadiro dimîne, eger di nav wî wextê bo kadiro hatî diyar kirin ew qeder şervan tevlî nekiribin di karê xwede ne serkeftiye û hisab lê tê xwestin, û raporên xwe yên rexne girtinê ji bo konseya KCKê tê nivîsîn û hersal carekê jî lazime her kadiro ji bo rêveberiya KCKê rapora xwe ya şexsî bidet û xwe û hevalên xwe îxbar bike da ku samîmiyeta kadiro bê qebûl kirin.

Her şervanê tevlî bû çênabe nîşana dayik û baba bikin, eger hat û mecbûr man ku malbatên wan zaroka îqna bikin jî, vê carê diçin wî zarokî daynin ber kamerê û di vîdeoyê de metnekê ku rêveberiyê amade kirî û nivîsandiye dikin destê wî şervanî da û pê didin xwendin, paşê jî wê vîdeyê tînin û nîşanî malbatê didin û dibêjin aha eve deng û vîdeoya zarokê wene û bi xwe tevlibûye û naxwaze vegere malê.

Gelek malbatên saf hene ji vê tiştê bawer dikin û nizanin ku ev xapandineke, ew malbat bê çare û bê deng vedigerine mala xwe.

Ciwanên şoreşger ne rêxistineke ji PKKê û Kadiroyên wê ne cudane, ev rêxistin nefsê kadiroyên PKKê bi xwene, ev fêlbaziyeke PKKe li xelkê dike, her kadiroyê zarokekî tesbît dike heke bikare bi xwe dibe tevlî dike, heker ne karî dibêje wan ciwanên Şoreşger diçin wê malê û wî zarokî direvînin, eger malbat bê bihese, ew kadiro dibêje malbatê elaqê me pê tine biçin ji Ciwanên Şoreşger bipirsin, bi xapandin û sextekariya di bin navê Ciwanên Şoreşger da PKKe malbatên Kurd bi vî şêwazî dixapîne.

Pustên heman beş