Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn

Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin û du jî hatin birîndarkirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, duhî êvarê li devera sînorî ya Çoman li nêzîkî bajarokê Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolber birîndar bûn ku yek ji wan canê xwe ji dest da.

Navê kolberê ku hatiye kuştin, Adil Elîpûr (19 salî) û xelkê gundê Sersul yê Bane bûye. Navê yê birîndar jî Yasîn Emînpûr e, ew jî xelkê heman gundî ye.

Heman rojê li zozana Hengejal ya Bane jî komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Di wê êrişê de jî kolberekî kurd bi navê Ferîdûn Mihemedî (33 salî) û xelkê gundê Gozilê yê Bane birînda

Pustên heman beş