Şandeka wezareta berevaniya Berîtanya serdana Wezareta Pêşmerge kir

Şandeka wezareta berevaniya Berîtanya serdana Wezareta Pêşmerge kir

Wezareta Pêşmerge ragehandiye, îro şandeka wezareta berevaniya Brîtanya ku pêk hatibû ji general Pîtî Stît û general Cols Salosborî, serdana wezaretê kir û ji aliyê şêwirmendê bilind yê wezaretê general Hejar Umer ve hat pêşwazîkirin.

Wezaretê daye zanîn jî, di civînê de ku şêwirmendê serbazî yê konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê, Mayk Dîkson jî amade bû, behsa xebatên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rola Brîtanya û hêzên hevpeyman di wê piroseyê de hat kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye gotin jî, di civînê de rewşa ewlehiya Iraqê û pêkanîna hêza hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de û diyaloga stratejîk di navbera Iraq û Amerîka de û pêşxistina pêwendiyên Wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Brîtanya jî hatin axaftin.

Pustên heman beş