Berfê Bakurê Kurdistanê xemiland

berf-befir-kurdistan

Piştî daketina pileyên germê û hatina demsala zivistanê, li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê berf dibare.

Li navçeya Pilemûrîyê ser bi parêzgeha Dêrsimê piştî barîna berfeke zêde, xweza bi rengê spî xemilî. Li navçeyê derdora 15 santîmetre berf bariya ye. Berfê û mijê bandor li çûnûhatinê kir. Tîmên ser bi Rêveberiya  Rêyên Bejayî di paqijkirina rê de rûbrûyê zehmetiyan bûn.

Li parêzgeha Agirî jî bi heman awayî berfê bandor li çûnûhatinê kiriye. Di demjimêrên şevê de berfeke zêde bariya û beşeke barhilgir û otomobîlên welatiyan di rê de man. Welatiyên ku bê tedbîr ji malên xwe derketibûn dema vegeriyan di rê de man.

Pustên heman beş