Partiyên Bakur: Em jikaravêtina mamosteyên Kurd şermezar dikin

Partiyên Bakur: Em jikaravêtina mamosteyên Kurd şermezar dikin

“Li Diyarbekirê 21 mamosteyên Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyeyê ve ji kar hatin avêtin. Ji bo vê tu hincetêk jî nehat diyar kirin.

Em vê helwesta neheq û bêhiqûqî bi tûndî şermezar dikin.

Helbetejikaravêtina 21 mamosteyên Kurd zilm û neheqîya ewil nîne.

Di van çar salên dawî da bi hezaran mamoste û karmend ji kar hatine avêtin û piranîya wan di rewşeke pir xedar da jîyana xwe didomînin.

Ev demekedirêj e ku ji kar avêtin wek pergaleke dewletê tê bikar anîn.

Armanc di nav welatperweran de xurtkirina tirsê û belav kirina bêkarîyê ye, cezakirina gelê Kurd e. Divê dagirker bizanibin ku miletê me bi van tehdîdan dev ji doza xwe ya rewa bernade.

Em carek din helwest û êrîşa dijî mamosteyên Kurd rûreş dikin û piştgirîya xwe bo wan eşkere dikin.

Divê demek zûtir mamosteyên ji kar hatine avêtin vegerin ser kare xwe.”

02.12.2021

Tevgera Demokratik a Kurdistan (TDK-TEVGER)Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-BAKUR)PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Pustên heman beş