Çeteyên Tirkiyê li Efrînê sê sivîlên din revandin

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê sê sivîlên din revandin

Çekdarên Tirkiyê li Efrînê 3 kesên din revandin, di nava wan de jinek heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar “Polîsa Leşkerî” roja 1ê Berçile bi ser gundê Kefir Sefre yê ser bi navçeya Cindirêsê ve girtin û ketin hejmarek malên gund û pişknîn kirin.

Diyar kir jî, çekdaran 3 welatiyên bi navê Ebdulrehman Birîmce, Ebdulla Xelîl Murad û Şamîran Xelîl Hesen (jin e) revandin.

Destnîşan kir jî, Ebdulrehman Birîmce û Ebdulla Xelîl Murad ev cara duyem e ji aliyê çekdaran ve têne revandin.

Pustên heman beş