“Em êrîşên terorist li dijê Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin”

“Em êrîşên terorist li dijê Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin”

Serokê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akinci, di derbarê êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê ku tê de 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûbûn daxuyaniyek belav kir. Akinci di daxûyaniya xwe de dibêje ku, bergiriya xaka Kurdistana azad erkê her kurdek welatparêze û gerek kurd hemû vê xaka pîroz biparêzin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Akinci dibêje: Erîşên rêxistina terorist a DAÎŞê di van demê dawî de li başûrê Kurdistanê li herêmên derveyê desthilatdariya hukumeta herêmê de, ji bo siyaset û helwesta hukumeta Iraqê zêde bûne. Li van deveran xelk bi awayên pêwist nayên parastin. Li van herêman valahiyek peyda bûye û DAÎŞ feydê ji vê yekê digre û êrîşê pêşmerge û hemwelatiyên sivil dike. Ji bo vê gerek hukumeta Iraqê demildest li gel hukumeta herêma Kurdistanê peymanên xwe binin cih û hukumeta herêmê jî ji bo cîbicîkirina madeya 140 hewlên xwe zêde bike.

Serokê Partiya Demokrata Kurd dibêje: Em vê êrîşa terorist li dijê pêşmergeyên Kurdistanê û xelkê sivîl bi tundî şermezar dikin û ji bo şerê li dijê DAÎŞê bi hemû awiyê pişgiriya xwe ji bo hukumeta herêmê didin diyarkirin.

Pustên heman beş