Şêwirmendê serekeyê Erdogan: pêvajo ji bo astengkirina dewletbûna Kurdane

Mehmet Uçum, şêwirmendê serekeyê Serokkomarê Tirkiyeyê û cîgirê serokê lijneya polîtîkayên yasayîya Serokkomariyê, di konferansek bi navê “pêvajoya veguhestina bo Tirkiyeyek bê teror” de axivî. Uçum di axaftina xwe de pêvajoya di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de nirxand û daxuyaniyên balkêş da. Li gorî wî, pêvajoya ku ji hêla Bahçelî ve hatiye destpêkirin ti eleqeya wê bi çareserkirina pirsgirêka kurd an jî rakirina zextên li ser nasnameya kurd re tuneye, û li Tirkiyeyê pirsgirêkek Kurdan tune. Wekî din, Uçum qebûl kir ku pêvajo ji bo astengkirina dewletbûna kurdan tê meşandin.
Tê gotin ku Uçum, ku xwedî pozîsyonek pir otorîtere, pêvajoya li Îmraliyê ji nêz ve dişopîne û rêve dibe. Ji ber vê yekê, daxuyaniyên wî pir girîngin. Û gotinên Uçum hêviyên kurdan ji pêvajoya çareseriyê paşguh dikin.
Uçum got ku di demên berê de, hikûmetan dixwestin wê çareser bikin, lê vê carê destpêşxeriyek dewletê heye, û wî diyar kir ku pêvajo ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurda ne, lê ji bo bidestxistina “Tirkiyeyek bê teror”e.
Uçum ev îfade bi kar anîn: dema ku dewletê armanca “Tirkiyeya bê teror” wekî destpêşxeriyek dest pê kirî, mijar weke pirsgirêka kurdan dest negirit. Ew bi tevahî li ser bidawîkirina terorîzma sîstematîk, ji holê rakirina rêxistina terorîst û bi bandor û vekirina qada siyaseta demokratîk û rakirina bandora rêxistina terorîst li ser siyaseta demokratîk bû. Divê ev her du tişt neyên tevlihevkirin.
Uçum her wiha diyar kir ku di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de ti danûstandin tuneye û got: “yên ku hewl didin di navbera armanca ‘Tirkiyeya bê teror’ û pirsgirêka kurd de girêdanekê çêbikin, û hewl didin ku li ser bingeha mafên nasnameyê danûstandinan bikin, an ferqa van du mijaran nabînin an jî bi zanebûn herduyan tevlîhev dikin.”.
Uçum her wiha diyar kir ku pêvajoya dev ji çekan berdanê di 11ê Tîrmehê de piştî ku PKK xwe fesix kir dest pê kir û got, “pêvajo bi lezeke zêde berdewam dike, û ji gotina ku terorîzm qediya veger tune.” wî her wiha got, “her çend rêxistineke terorîstî dîsa derkeve jî, îhtîmala ku ew wekî berê be tuneye.”
Uçum her wiha got ku di derbarê wê yekê ka endamên PKKê çawa dê vegerin got, ewê li gorî rewşa xwe werin vegerandin, bi cudahîyek di navbera kesên ku sûc nekirine, sûcdarên biçûk, sûcdarên giran, rêber, rêberên payebilind û endamên asayî de. Wî diyar kir ku ev pêvajo dê di mehên pêşînên 2026 de dest pê bike.
Uçum her wiha îdia kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkek kurd tuneye, û got ku “pirsgirêka kurda li derveyî Tirkiyeyê ji hêla emperyalîzmê ve li ser Tirkiyeyê tê ferizkirin,” û wiha domand:
“Wateya pirsgirêka kurda ji derveye eve, ‘Kurd neteweyek cuda ne. Ew neteweya ku nifûsa wê a herî mezin li Rojhilata Navîn bê dewlete. Kurd hewceyê dewleteke cuda ne.’ ‘rastî, hewcedariya dewletekê heye ku çar perçeyan bike yek.’ ev pirojeyeke ji bo avakirina dewleteke kurdî Ya di bin kontrola emperyalîzma ku ji hêla Îsraîlê ve tê piştgirîkirin. Ev projeyek emperyalîste. Ev pirsgirêka kurda ya derveye, û eve ya ku li ser me tê ferizkirin. Piştî ku pêvajoya veguherînê bo Tirkiyeyek bê teror temam bibe, şert û mercên çareserkirina pirsgirêka kurda ya derve jî dê hema hema temam bibin.