Ey miletê bê dewlet!!! Tu diqede xwe bibîne…

Ey miletê bê dewlet!!! Tu diqede xwe bibîne…

Bûbê Eser

Tu, roj bi roj, gav bi gav li ser destê pkkDemê tune dibe. Lê li hember vê malwêraniyê hê partiyên me yên siyasî tenê temaşe dikin. Bi temaşekirin û bêdengiya partiyên Kurdistanî, ne yekrêzî û nelihevbûna wan, me weke milet, endam û welatparêzan dixapînin. PkkDEM jî endamên xwe û  milet Kurd dixapînin. Yanî weke darê herdu seriyê wî bi pîsîtiyê ye.

DEM lê dixebite ku li gor emir û gotinên Baxçelî kurdan pûç bikin da ku Kurd êdî heta sed saleke din jî neyên ser heşê xwe. Ya herî girîng jî serkêşiya vê pêvajoya tunebûna kurdan Evdo û Baxçelî li gel hev dimeşînin. Gelo ev ji we re ecêb nayê?

Partiyên me yên Kurdistanî jî bi bêhelwestiyên xwe, ji bona ev proje bi serkeve, bê ku haya wan jê hebe, lê dixebitin. Ango weke nizanibin dê siberojê çi bê serê gelê me, nabînin. Ya jî dibînin, lê ev rewş tê hesabê wan jî. Loma nikarin an naxwazin bibin hêz û qaweteke li hember vê…

Ev rewş bi me dide zanîn ku ji ber vê bêhelwestî, neyekrêzî û ji hev bela-welabûnê, gunehkarên mezin ew bi xwe ango partiyên me yên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne. Bi ser vê jî rexneyan qebûl nakin. Yên rexna jî dikin tê tehdîtkirin ku ji endametiya partiyê derkevin. Aha malwêraniya mezin jî ev e.

Kîne yên vê dikin? Çend sal mezinên seqet, nexweş û berjewendîperestin ku partiyan ji bona malbata xwe û karên xwe yên sexsî bi kar tînin e. Van salmezinên ku serê 30-40 salane revebirin, lê endamekî wan ji malbata wan di nav partiyên wan de tune ne.

Sedama çima nikarin bi hevre eniyek netewetî damezirînin çiye? Çima nikarin bibin yek? Astengî li ku ye? Yên vê naxwazin kî ne? Çima ji raya giştî re eşkere nakin. Loma dibêjim; têkçûn û tunebûna gelê Kurd, her çiqasî li gor projeyên Baxçelî û dewletê dimeşe jî, bêdengî, neyekrêzî, nelihevkirin û bêhêziya partiyên Kurdistanî ji ya Baxçelî pkkDEMê mezintir e.

Divê milet û endamên partiyên siyasî rabin bikin gazî û hawar ku çima partiyên me ji ber vê rewşa xerab bêdengin? Çima hêzên xwe nakin yek? Çima li dijî kesên wan rexne dikin bi tundî radiwestin? Heta ku bersîva vana neyê dayîn em ê her wenda bikin.

Sedema ku îro piraniya rêvebirên partiyên siyasî ji salmezinan, ji nezanan, ji tirsonekan û berjewendîparêzan pêk tê, çiye? Çima vana nayên vekirin ku milet jî rastiyê fêm bikin.

Heger tu endamê partiyekê be û vana bêje, te ji endambûn avêtinê tehdît dikin ku tê nema diwêrîbe binivîsîne an bêje. Tu ne endamê partiyekê be û vana binivîsîne, hemî partî dibin yek û li dij te tevdigerin.

Ji ber vê ez dibêjim ku yên avê dikşînin ser aşê pkkDEM û projeya Dewlet Baxçelî, van partî û rêxistinên me bi xwe ne. Çi bi zanetî û çi jî bi nezanî.

Heger em xwedî hêzeke neteweyî bin. Heger em xwedî îmkanên hêja û aboriyeke baş bin, wê ev projeya Evdo û Baxçelî ewqasî bi hêsanî bi ser nekeve.

Tiştên acîl û pêwîst ew e ku divê zûtirîn demê eniyeke Kurdistanî  bê damezrandin. Çiqasî wext derbas dibe em ewqasî ji hev dûr dikevin û projeya Evdo û Baxçalî bi serdikeve. Li gor min damezrandina eniya neteweyî jî, li hevkirin û hevdu qebûlkirna hemî partî, rêxistin û sexsên ji welatê xwe hez dikin, di  nava HAK-PARê  de cih girtin e.

Heger em dixwazin li bakurê Kurdistanê bibin dilopek, ji bona pêşî li vê projeya tê meşandin girtinê, divê em yekitiya nava xwe ava bikin. Em ê îro dilopek bin, lê sibê em ê bibin lehî. Lê heger em vê dilopa îro jî ji ber berjewndiyên xwe yên sexsî û rêxistinî heba bikin, em ê tu caran lehiyê nebînin…

Helbet li hevkirineke li ser navê HAK-PARê jî li gor min divê pêk bê û ya maqûl jî ev e. Ji bilî navguherandin û xala Federalîzmê, mirov dikare destûr û bernameyeke wê ya li hevkirî tanzîm bike.

Îro mafê HAK-PARê ya hilbijartinê heye û xala Federalîzmê di destûra wê de bi awayekî fermî cih girtiye. Ji bilî van herdu xalana, mirov dikare gelek tiştan li ser asasê li hevkirinê biguhere. Lê divê neyê ji bîrkirin ku li gelek bajar, bajarok û li herêman rêxistina HAK-PARê heye. Ev jî şanseke.

Lê berî guherandineke weha divê hin kes û kesayetî jî xwe biguherin. Ji bona berjewendiya gelê xwe divê tawîzkar bin ku li ser asasê li hevkirinekê û bi hevre pêşî li vê projeya tê meşandinê, bigirin.

Pustên heman beş