Li Tirkiyê perwerdeya olî ji bo zarokên 4-6 bû neçarî

Li Tirkiyê perwerdeya olî ji bo zarokên 4-6 bû neçarî

Li Tirkiyê perwerdeya olî ji bo zarokên 4-6 salî yên qonaxa bexçeyê zarokan (kirêş) bû neçarî.

Roja Înê 3ê Kanûna 2021ê di sêyemîn û roja dawî ya Şûrayê de, pêşniyarek xistin dengdanê ku ji aliyê Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê ve hatibû amadekirin û berê li Komisyona Perwerdeya Kirêşan ve hatibû redkirin.

Sendîkayên perwerdeyê her ji destpêkê ve ew pêşniyar red kirin ku qursa olî bikeve nav bernameyê xwendinê ji bo zarokên temen 4-6 salî di qonaxa kireşê de û wek nerazîbûnê 20emîn Şûraya Perwerdeyê boykot kirin.

Di roja dawî ya civîna Şûraya Perwerdeya Millî ya Tirkiyê de, ji 124 maddeyên ku dengdan li ser wan hat kirin, 17 jê bi piraniya dengan û maddeyên din bi hemû dengan hatin pesendkirin. Pêşniyara xwendina Quranê bo zarokên temen 4-6 salî bi piraniya dengan hat pesendkirin.

Sendîkaya Perwerdê ya Tirkiyê ew biryar şermezar kir û got: “Tu hincetek nîne, perwerdeya olî ji bo zarokên temen 4-6 salî di qonaxa kireşê de bibe neçarî, berevajiya bingehên serekî yên peymannameya Mafên Zarokan e û em ê bi hemû hêza xwe li dijî rawestin.”

20emîn Şûraya Perwerdeya Millî ya Tirkiyê piştî derbasbûna 7 salan di rojên 1-3ê Kanûna 2021ê de li Enqereya paytexta Tirkiyê hat kirin.

Pustên heman beş