Artêşa Tirkiyê li sînorê Amed û Mûşê operasyon dijî PKKê destpêkir

Artêşa Tirkiyê îro dest bi operasyoneke nû li dijî rêxistina PKKê li Bakurê Kurdistanê kir, operasyon li zozana Şênê hatîye dest pê kirin.
Artêşa Tirkiyê îro roja şembî 4/12/2021ê, operasyona Eren zivistan-11 li zozana şênê li sînorê Amed û Mûşê, li dijî rêxistina PKKê dest pê kir û 1300 esker û cendirme têde beşdarin.
Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren zivistan” li dijî PKKê li deverên Besta ya sînorê Şirnexê, Amanos ya sînorê Hatayê, dîsan li sînorê Amed û Çewlîgê, li Colemêrgê û sînorê Sêrtê, herwiha li sînorê Bedlîsê û Mêrdînê hatine encam dan.