Artêşa Tirkiyê bajarokê Eyn Îsa û rêya M-4 û navçeya Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Zanyariyên xwecihî ji Eyn Îsa li bakurê Reqayê, diyar dikin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bajarokê Eyn Îsa û gundê Seyda û Kampa Eyn Îsa û Rêya Navdewletî ya M-4 topbaran û gulebaran kirin.
Li hember wê topbaranê jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Encûmena Leşkerî ya Girê Spî, bersiv dane.
Di çarçoveya wê êrîşê de jî, otomobîlek li navenda bajarokê Eyn Îsa ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hate armanckirin, hevdem Nexweşxaneya Umer Elûş hate armanckirin.
Herwiha gundê Gozeliyê û Til Leben li başûrê rojavayê bajarokê Til Temir, bi hawinana hatin topbarankirin.
Li gorî zanyariyên xwecihî ji navçeya Şehbayê jî, li bakurê Sûriyê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, herdu gundên Eyn Deqne û Bêlûniyê li wê navçeyê topbaran kirin.