PKK ê bêrêzî li wan 10 pêşmergeyên li gundê Xidircîce şehîd bû yî kir

Şeva 2ê Mijdarê, di encama êrişa terorîstên DAIŞê de li gundê Xidirce ya ser bi çiyayê Qaraçoxa ser bi sînorên îdareya Mexmûrê ve, 10 pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn. Bûyer li Kurdistanê bû sedema nerazîbûnê. Hemû astên îdarîyên herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge ji nêzîk ve bûyer şopandin, serdana cihê bûyerê û birîndaran kirin û ji bo zêdekirina ewlehiyê biryar dan.

Êrîşa li ser gundê Xidirce ji aliyê DYA, Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê ve jî hat şermezarkirin. PKK yekane hêz bû ku ev bûyer ji xwe re kir malzemeya propagandayê û hewl da qezencê bi dest bixe.

Medyaya PKKê ew bûyer wek dergehek ji bo heqaretkirin bi pêşmerge û herêma Kurdistanê û belavkirina dezenformasyonê bi kar anî.

Pêşmerge di beşa Soranî ya medyaya PKKê de bi şehîd û di beşa Tirkî de bi mirî hat binavkirin

Çapemeniya PKK ê li gorî girseya ku xîtab dike zimanê bûyerê diguherî ne. Roj news a PKK’ê ku li Silêmaniyê weşanê dike, bi zanîna hesasiyeta gelê başûrê Kurdistanê li ser pêşmergeyan, di beşa Soranî de neçar mabû ku pêşmergeyan bi “Şehîd” bi nav bike.

Di heman malperê de, di beşa Tirkî û Kurmancî de jî hat gotin ku pêşmerge mirine. Beşa Tirkî ya Rojnews ji aliyê xebatkarên PKK’ê Seyît Evran ve tê birêvebirin. Seyît Evran bi nûçeyên xweyên li dijî Herêma Kurdistanê tê naskirin. Ew bi serdana navçeyên weke Kerkûk û Xurmatû ku Heşda Şebî têde desthilatdare, nûçeyan çêdike.

Seyît Evran, xebatkarê çapemeniya PKK yê hejêkerê Îraqê

Di 16ê cotmehê da dema Kerkûk hatiye dagirkirin Seyît Evran di nava Heşdî Şebî de nûçe çêdikir. Seyît Evranê ku “Evîndarê Îraq û Heşdî Şebîye” bi nûçeyên xwe gelek caran pêşniyarên xwe pêşkêşî rêveberiya Iraqê kir. Yek ji van pêşiniyaran jî di dema serdana Mesûd Barzanîya di Mijdara 2018an de bo Bexdayê hatbû kirin. Seyît Evran di wê nûçeya nivîsandî de gotbû ku ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê biryara girtina Mesûd Barzanî ji hêla dadgeha Îraqê ve heye, wî nivîsandibû çima li Bexdayê nehat girtin, ev rewşe wê paşeroja Îraqê bixe metirsiyê de. Di vê nûçeyê de û bi pêşniyarkirina girtina serokekî kurd ji hêla Îraqê ve hezkirina Seyît Evran a ji Iraqê re derket holê.

Seyît Evran beşa xuyaya xebata medyaya PKKêye. Ew tenê yek ji rûyên eşkereyên kerb û kîn û dijberiya PKKê ya li dijî Kurdistanê û kesên wilatparêze.

Özgür Politika ji mirinê sûd werdigire

ANF ku yek ji saziyên çapemeniya PKK’ê ye ji xeynî nûçeyên şeva ewl çêkirî, bi tu awa bûyer nedît. Çîroka 13 kurdên şehîd bûy, bi qasî nûçeyên Tirkiyeyê ji ANF’ê re giring nebû.

Rojnameya Özgür Politika û organên çapemeniyê yên PKK’ê ku li Ewropayê weşanê dikin, xwestin bûyerê berûvajî bikin.

Rojnameya Özgür Politika bûyera li gundê Xidirce rûday bi senaryoyeka li ser maseyê nivîsandî berçavkir. Xebatkarên medyaya provakatora Özgür Politika hewil dan pêşmergeyan bi “Tirsûnek û bazdayî” sûcdar bikin. Li gorî nûçeya Özgür Politika nivîsandî; DAIŞê êrişî pêşmerge kir, pêşmerge reviyan û xelkê jî ji bo parastina pêşmerge şer kirin û li gor PKKê ew “mirin”. Lewma DAIŞ ne sûcdar bû. Sûcdar pêşmerge bû.

Lê belê gotinên dayîka li gundê Xidirce yê ku bûyer lê qewimî û 3 zarokên xwe têde ji dest dayî jî têra vegotina bûyerê kir. Dayîka wan sê şehîdan “Şêre Jin” beyan Osman di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîşa yekem li ser mala wan bûye û pêşmerge ji bo parastina wan hatiye. Herwiha berî her tiştî 3 pêşmerge şehîd bûn. 7 pêşmergeyên din jî dema ku dixwestin mudaxeleyê bûyerê bikin û alîkariya xelkê gund û pêşmergeyên di gundî de bikin, di rê de bombeya DAIŞê li ser rêya wan çandî bi tirombêla wan de teqîya û şehîd ketin.

“Pêşmerge nekarî şer bike, reviyan”. PKKê bi wergerandina vê nûçeyê di beşên medyaya xweyên bi zimanê Îngilîzî de xwest pêşmergeyan şermezar bike.

Özgür Politika li ser şopa Cemîl Bayike

Gotinên PKK-ê ku dibêje pêşmerge nikare şer bike, em bi tenê ew rêxistina Kurdin ku dizanin şer bikin ne nûye. Dema ku nêzîkî 100 pêşmerge şehîd bûn û di wê heyamê de ku DAIŞê dixwest êrişî Herêma Kurdistanê bike, PKK li ser helwesta xweya li dijî pêşmerge berdewam bû.

Cemîl Bayik roja 22/8/2014an di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Almanî Frankfurter Allgemeine got: “pêşmerge rê da ku bi hezaran êzdî bimirin tenê ji bo ku dewletên rojava çekan bidin wan. Pêşmerge nikare şer bike, çekên ku dê biçe destên pêşmerge dê bikeve destê DAIŞê.” ji wê demê û vir ve PKK ji bo ku vê têgehê biafirîne di çapemeniyê de berdewam li dijî pêşmerge nûçeyan servîs dike û derewan parve dike.

Komkirina kirê ji mirinê xiyanete

PKK hewl dide li ser mirinan ranteke siyasî ava bike. Heger li cihekî Kurdistanê zarokên kurd bimirin û partiyek van ciwanan wek dijminê xwe bibîne û bi gotina “ez meraq dikim ji vê mirinê wê çi bi serê min were” û hewl bide qezencê bi dest bixe, ev îxanete. Di derbarê mirina ciwanên kurd de bi rastî nirxandinên bi niyeta baş û hin caran jî yên ku rexne dikin hene. Lê heqaret kirin ji hebûn, têkoşîn û hewlên pêşmergeyên ku xwedî malbat û zarokên xwe ne, xiyanet û bêrêzîye li hember wan pêşmergeyan. Xiyanete li miletê kurd, dema ku cenaze hêjan li erdê ne û xwîna ku li erdê ketiye hêjan hişk nebûy, hewl bê dayîn ku heqaretê bi pêşmerge bikin û ji wîna rijyayî qezenc bikin, ev îxanete. PKK vê xiyanetê bi medyaya xwe organize dike.

Pustên heman beş