Hêzeke Pêşmerge derbasî nava gundê Lihêbanê bû

Hêzeke Pêşmerge derbasî nava gundê Lihêbanê bû

Berî bîstekê hêzeke Pêşmerge ji bo parastina xelkê, derbasî nava gundê Lihêbanê yê ser bi nahiya Sergerana Kerkûkê ve bû.

Çavkaniyên medyayî li başûrê Kurdistanê ragihand, hêzeke Pêşmerge ji bo parastina xelkê, derbasî nava gundê Lihêbanê bû.

Ji aliyekî din ve, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Odeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Telhet Ebdulxaliq ji K24ê re got: “Niha Fewca 4 a Lîwaya 5 a Artêşa Iraqê û Fewca 2 a Lîwaya 18 a Hêza Pêşmerge gihîştine nava gundê Lihêbanê. Ew her du fewc dê bi hevbeşî gund biparêzin.”

Piştî ji ber gefên DAIŞê gundê Lihêbanê duhî hatibû valakirin, îro hejmarek ji gundiyan vegeriyan ser mal û milkên xwe.

Pustên heman beş