Sebrî Ok û derewên berdewam

sebri-ok-pkk-kck

Endamê Konseya Rêvebera KCKê Sebrî Ok, dîsa di medyaya PKKê de derket û hin nirxandinên weke xwe sivik û bê buha kirin, Sebrî Ok ku ji ANF ê re axivîye weke her car bi pesin kirina «Lehengê Saxte yê li Îmraliyê razayî» dest pê kir û bi rexnekirina li AKPê û MHPê berdewam kir û bi êrîşa li ser PDKê daxuyaniya xwe bi dawî anî.

Sebrî Ok di daxuyaniya xwe de weke rayedarên din yên PKKê, ku bi tenê yek tişt dizanin û weke tûtîyan dubare dikin axivî, wî basî «Tecrîda li ser Ocalan» kir, û ragihand divê her kes li dijî givaş û tecrîda li ser Evdila Ocalan derkeve û helwest nîşan bide.

Sebrî Ok ji bîr kiriye ku êdî ne gelê Kurd û ne jî gelên din ên cîhanê, bi vê axaftina sed bare a wî û rayedarên din yên PKKê bahwer nakin, ji ber ku ew her tiştî bi çavên xwe dibînin, gel bi tenê li çapemeniya PKKê û derew û dezenformasyon ên di çapemeniya wê de bahwer nakin, êdî gel çav vekirî ye û di demek kin de dikare her agahiyekê bi dest bixe, gel êdî li tev çapemeniyê dinêre, li çapemeniya Kurdî û cîhanî dinêre û dikare rastiyan ji derewan cuda bike, gel êdî weke xwendekarên dibistanê nîne û Sebrî Ok jî ne mamosteyê wane ku her tişta got gel bahwer bike.

Gel baş dizane hevdîtinên Ocalan bi parêzerên xwe re ne tiştekî pirr zehmete, her dema Ocalan û dewlet bixwazin dikarin vê yekê pêk bînin, weke çawa pêş niha pêk anîye, lê belê hêjan pêwîstiya dewletê bi wê yekê tuneye ku parêzer Ocalan bibînin û biryarên dewletê bi rêya Ocalan û parêzerên wî bi PKKê re ragihînin û li dijî Kurdistanê bikar bînin, gel baş dizane ti givaş û îşkence li ser Ocalan tuneye, ger hebaye zikê Ocalan ew qas mezin nedibû, da weke zindaniyên di zindana Diyarbekirê de ku ji bilî komek hestiyan tiştek din nemabû, berevajî Ocalan mîna sîxorekî dewletê ye ku ji boy borandina demên xwe piştî xanenşînyê li giravekê de raza be û her dema pêwîstîya dewletê bi wî hebe dikare xweya bibe û karên pêwîst encam bide.

Endamê Konseya Rêvebera KCKê, Sebrî Ok got, «Tê gotin, dîrok roja meye, roja me jî paşeroj e. Ev yek nirxandneke raste. Ti tiştik tenê bi rewşa heyî nabe ku bê nirxandin. Rabirdûyeke dewleta Tirka dagirker li dijî Kurdan heye. Dewleta Tirk di her qûnaxa dîrokê de dijminatî li Kurdan kiriye. Ev polîtîka polîtîkaya qirr kirina civakî, darvekirin, Sirgûn û asîmîlasyonêye».

Li vir em ji Sebrî Ok dipirsin, gelo ger hûn vê yekê fêm dikin, çima hûn dibêjin em naxwazîn dewleta Tirkiyê tune bikin? Çima hûn dibêjin em dixwazin di nava Tirkiyê de demokrasiyê ber bi pêş bibin? Gelo dewleteke weke Tirkiyê dijmin, dewletek ku bi xwîna Kurdan têhnî be, li ser xwîna Kurdan hatibe ava kirin, bi sedan jenosayd li dijî gelê Kurd kiribin, dewletekî ku polîtîkaya qirkirina civakî, darvekirin, sirgûn û asîmîlasyonê li dijî Kurdan bikar bîne, hûnê çawa demokratîk bikin? Qey hûn wusa difkirin Kurdan mejîyê Ker xwariye ku bahwer ji vê derewa we bikin?! Na Sebrî Ok na, Tirkiye dewletek dijmin dîktatore û faşîzme, AKPe û MHPe desthilatdar bin yan jî HDPe – PKKe û CHPe wê her bi vî awayî dewletê birêve bibin, hûn jî bi diruşma «Biratiya Gelan» ya saxte bûne beşek ji vê projeyê.

Tu caran Kurdekî bi şeref, Kurdekî xwedî namûs, Kurdekî niştîmanperwer nikare bi Tirkekî re bibe bira, cudahiya di nêvbera Kurdekî û Tirkekî de weke cudahiya di nêvbera erd û asîman de ye.

Sebrî Ok heqaretê bi şêx Ehmed Barzanî û Şêx Abduselam Barzanî dike

Sebrî Ok di beşek ji daxuyaniya xwe de dibêje, «Kekê şêx Ehmed Barzanî Şêx Selam sala 1914an ji aliyê dewleta Osmanî ve hate darvekirin. Dewleta Tirk sala 1933an Şêx Ehmed Barzanî jî radestî dewleta Îraqê kir, dewleta Îraqê jî ew li Mûslê hepis kir».

Ev axaftina Sebrî Ok rûqayîmî û bê edebîya wî diyar dike, baş xweya ye ku dixwaze heqaretê bi van du nîştimanperwerên Kurd bike, ger na kesekî weke Sebrî Ok çewa dikare navê du ji serokên Kurd yên herî diyar bi vî awa bi nav bike û ji wan re bibêje “Kek!”! bi vê şêwaza nav kirinê, ji aliyekê dixwaze xwe bilind bike û bibe ji rêza wan ku bi tu awa ew ne bi tenê li rêza van du leheng û serokên Kurdan nîne, belku bi sed salên din jî bijî nagihe toza di bin lingên van du serokan de.

Çima em dibêjn peyva “Kek” weke heqaret kirin bikar aniye?

Jiberku tu caran ji boy Ocalan ev yek bikar ne anîye, di demekî de ku tev temenê xwe van du kesan berevajî Ocalan, ji boy Kurd û Kurdistanê xebat kiriye û canê xwe feda kiriye.

Faşîzma AKP-MHP’ê û faşîzma PKKê

Sebrî Ok got, faşîzma AKP-MHP ê dibêje «Bila PKK ji Rojava derkeve, sedema nearamiyê ye, PDKe jî bi heman rengî got, heta ku PKK li Rojava hebe têkilîyên meyên bi rojava re wê sererast nebe». Faşîzma AKP-MHP ê dibêje eger PKK nebe karekî me li Başûr nîne, PDKê jî got, sedema dagirkeriya dewleta Tirka li Başûr PKK ye. Mejî, ziman, ûslûb û helwest weke heve», haydê em bizanbin mejî, ziman, ûslûb û hewlesta kê weke ya AKPê û MHPê ye.

Di Serî de Sebrî ok derewan dike û bi tu awa PDKê negotîye, «heta ku PKK li Rojava hebe têkilîyên me yên bi Rojava re wê sererast nebe», ev bi tenê dereweke, weke derewa kuştina 5 gerîlayan ji aliyê Pêşmerge ve li Xelîfanê, ne PDKê ev yek gotiye û ne jî 5 Gerîla li Xelîfanê hatine kuştin ku PKKe ev qas dubare dike, sedema dubarekirina van derewan ji hêla PKKê ve bi tenê ji boy yek mebeste, ew jî eve ku gel derewên wê bahwer bike.

Aalîkariyên berdewam ên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, PDKê û Ddezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di demên tengasiyê de ji bo Rojava Kurdistanê û Rêveberîya wê, baştirîn belgeye ji bo îfşa kirina vê derewa Sebrî Ok ya ku dibêje PDKê gotîye em têkiliyên xwe bi Rojava re serrast nakin hindî PKKe li wir be, qey alîkariyên di deriyê Sêmalka re digehin Rojava ma ne ji Hikûmeta Başûr û PDKê ye? Qey kî bû taqîgehên testên Koronayê ji bo rojava û Rêveberîya Xweser şandîn, ma ne Serokê Başûrê Kurdistanê bû? Qey kî ye bi dehan caran Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî şandîye Rojava ma ne PDKe û Hikûmeta Başûre? Ma deriyê Sêmalka ne tekane rêya weye, ma heger ev axaftina Sebrî rast be, çima deriyê sînor dewam vekrîye û dewam alîkarî, ticaret û hatin û çûyn li nêvbera Başûrê û Rojava têde derbas dibe.

PKKe fêr bûye vê yekê, bi dirêjahiya dîroka xwe derew kirine û dubare kirine heya gihîşt astekî ku Kurdan piraniya derewên wê bahwer kirin, lê belê niha seredem cudaye êdî çavên gel vekirîne û li şûna biryardan bi hest û atîfê bi mejîk û çavên xwe biryarê didiin û her tiştî fêm dikin, gel bi awayekî têgihiştiye ku êdî PKKe ne bi dubarekirina derewan belku bi sedbare kirina derewan jî nikare gel bixapîne, bi kurtî em dikarin ji PKKê re bibêjin, «ew ware, lê ne ew buhara». Hûn êdî nikarin bi derewan gel bixapînin.

Ya rast PKKe nusxeyek ji faşîzma AKPê û MHPê ye, di her warî de PKKe dişubhe van du partiyên Tirk, AKPe û MHPe ji dervey xwe ti kes û partiyek din qebûl nakin, heqaretê li her kes û aliyekî dikin, xwe bi tenê bi parêzerên Tirkiyê didin nasandin, dîroka Tirkiyê ji peyda bûna xwe didin diyarkirin, ger bikarin wê her partiyek din ji nav bibin, terorê dikin û rayên cuda qebûl nakin. PKKe jî bi vî awayî ye, tev partiyên Kurd bi xaîn û tev serkirdeyên Kurd bi kirêgirtîyên împiryalîzmê û kevneşop binav dike, dîroka Kurdistanê ya hezar salî tune dike û ji dîroka damezrandina xwe ya 43 salî hesab dike, li dijî tev partî û serokên Kurd tev digere û daxuyaniya dide, şerê tev partiyên Kurd kiriye, li her derê desthilata wê hebe rê nade tu hizir û partiyek din, li başûr û wan navçeyên bi “Herêmên Parastina Medya” binav kirî rê nade gel biçe û gundên xwe avedan bike, li Rojava tev partiyên Kurd yên ji dervey siyaseta PKKê derkirine û rê bi wan nade çalakiyên xwe yên siyasî encam bidin, bi sedan rojnamevanên Kurd girtine, bi sedan kadroyên ENKSê girtine, kuştine û wenda kirine û …hwd… Em dipirsin gelo qey ev ne faşîzme? Ev faşîzma PKKê ti cudahî ligel faşîzma AKPê-MHPê heye? Bi rastî jî tu cudahiya wan tuneye.

Pustên heman beş