Hat ragihandin ku berpirsê eyaleta Gap-Rîha yê PKKê Ferhat Tunç ê bi nasnavê “Rûbar” di pevçûna li Rihayê de jiyana xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê; Hate destnîşankirin ku Ferhat Tunç li gundê Haciyan ê navçeya Hewengê ya Rihayê dima.
Di operasyona ku hêzên ewlehiyê bi piştgiriya balafirên bêmirov beşdarbûn de li gund pevçûn derket.
Hat ragihandin ku di pevçûnê de “berpirsê eyaleta Gap-Rîhayê yê PKK’ê” Ferhat Tunç ê bi nasnavê “Rûbar” ê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de hat diyarkirin ku li ser Ferhat Tunç 1 çek, 2 bombeyên desta, 1 berçavka termal û belgeyên rêxistinê hatin bidestxistin.
Li aliyê din di derbarê mijarê de heta niha ji aliyê PKK’ê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.