Biryargeha Dêrsimê ya PKKê hat îmha kirin: 8 gerîlayan jîyana xwe jî dest da yek jî teslîm bû

Biryargeha Dêrsimê ya PKKê hat îmha kirin: 8 gerîlayan jîyana xwe jî dest da yek jî teslîm bû

Wezareta Karên Hundir ya Tirkiyê bi daxuyanîyekî da diyarkirin ku li Dêrsimê li şikeftekî de 8 gerîlayan jîyana xwe ji dest dane. Şikeft bi temamî hatîye kontrol kirin.

Li gor daxûyaniya wezareta karên hundir ya Tirkiyê, li çiyayên navçeya Ovaçka ser bî Dêrsimê operasyonek hat dest pê kirin. Di operasyonê da 8 gerîlayan jîyana xwe ji dest dan û yek jî dîl hate girtîn. Weha diyare ku ev şikefte Biryargeha Eyaleta Dêrsimê ye. Ji ber ku ev kesên jîyana xwe ji dest dane 5 ji van rêveberên jor yên PKKê ne.

Piştî operasyonê hêzên ewlehîyê yên Tirkiyê dîmenên şikeftê û wêneyên kesên hatî îmha kirin jî belav kirin. Heman dem hat îdîa kirin ku wan şikeftek din jî peyda kiriye û dorpêç kiriye da ku îmha bikin.

Ew kesên li şikefta Dêrsimê de jiyana xwe dest dane û wek Rêveberên Heremê tên naskirin navên wan bi vî awa ne:

1- Cîhan Soylemez bi kod navê “Munzur”.

2- Mihriban Ata, bi kod navê “Jînda Jin”.

3- Gûldane Karaer bi kod navê “Nuda Karker”.

4- Hasret Ûlger bi kod navê “Rojîn Adyaman”.

5- Çagla Yeleser bi kod navê “Veroz”.