Li Qamişlo li dijî PKKê çalakiyek hat encamdan

Li Qamişlo li dijî PKKê çalakiyek hat encamdan

Malbatên zarokên kurd yên Rojava Kurdistanê ku ji hêla rêxistina PKKê ve hatin revandin, tevî hemû astengiyan bo cara duyemîn li ber avahiya neteweyên yekbûîy (NY) çalakî pêk anîn.

Îro roja sêşemî 7/12/2021an, malbatên zarokên ku ji hêla çeteyên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî PKKê ve hatine revandin, li himberî baregeha neteweyên yekbûîy li Qamişlo civîyan û bi tundî li himber van karên çeteyên “Ciwanên Şoreşger” bertek nîşandan.

Malbatên zarokên revandî îro li bajarê Qamişlo li ber avahiya neteweyên yekbûîy kom bûn û PYD û HSD pirotesto kirin.

Tevî ku asayîşa PYDê hemû rêyên ku diçin avahiya netewên yekgirtî li bajarê Qamişlo girtine, lê hinek malbatan karîn xwe bigihînin avahiyê.

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger”, tenê di meha 11 ya îsal de, pêtrî 10 zarokan ji keç û korrên Qamişlo, Efrînê, Amûdê û Dêrkê revandine û çarenvîsa wan heya niha nediyare.

Pustên heman beş