Çekdarên rêxistina Ciwanên Şoreşger ên ser bi PKKê gef li çalakvanên Rojavayê Kurdistanê xwarin.
Li gor zanyariyên berdest, çekdarên Ciwanên Şoreşger gelek peyamên nivîskî bi zimanên kurdî û erebî li bajarokê Dirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê belav kirine.
Di wan peyaman de Ciwanên Şoreşger çalakvan û endamên aliyên siyasî yên derveyî PKKê wek xayîn pênase dikin û radigehînin: ‘’Dem dema ji îxanetê hesap pirsînê ye.’’
Çalakvanên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, pênaseya ‘’Xayîn’’ ji aliyê PKKê û PYD ya ku baskê wê yê siyasî ye li Rojavayê Kurdistanê, li dijî çalakvan û endamên partiyên din ên nav Encûmane Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) tê bikaranîn.
Berî naha jî roja 03.12.2021ê çekdarên ser bi PKKê êrîş kirin ser binkeyekî PDK-Sê ya li Hesekê.
ENKSê di beyanameya xwe de ragehand: Çekdarên ser bi PKKê berdewamin li revandin û îşkence kirina endamên partiyên nav ENKSê û kesûkarên Pêşmergeyên Roj û derxistina wan ji Rojavayê Kurdistanê.